Hilbijartinên Elmanyayê -2-

Divê em ji bîr nekin ku partiyên desthelat yên wek CDU, CSU û SPD´ê heta niha têkiliyên rasterast û eşkere bi Kurdên li Elmanyayê û nemaze bi rêxistina wan a herî girseyî NAV-DEM´ê re dananîne. Ji bo di heman wêneyî de li cem hev neyêne dîtin jî hewl didin. Lewre bersivên Partiya Çep û ya Keskan di vî warî de girîng e. 

Li aliyê din rêxistineke wiha hîna jî di ti civîn, kombûn û peywendiyan de nehatiye qebûlkirin. Wek dihê zanîn li Elmanyayê gelek kevneşopî û toreyên ku parçeyekî girîng ji demokrasiyê dihêne dîtin hene, bê wan demokrasiya Ewrûpî û ya Elmanan jî kulek dihê hesibandin. Ji wan yek jî têkiliya rasterast a bi kes, kom û gelan re ye. Di hin kevnoşopiyan de ku herî kêm salê carekê li dar dikevin, deriyê xanî û daîreyên fermî ji gel re dihêne vekirin û gel dikare kar û xebata dewletê di cih de bibîne. Lê ne di wan rojên navbirî û ne jî di civanên dîtir de, rêxistina girseyî ya Kurdan nayê qebûlkirin. Elmanya di vî warî de di bin guman û kêmasiyên dîrokî de ye. Di vê siyasetê de bi awayekî zelal û eşkere fikara têkiliyên aborî û siyasî yên bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re serdest e. Nemaza têkiliya kirêt a di navbera Elmanya û Tirkiyeya kolonyalîst de mohra xwe li vê encamê dide. Heta niha bi rêxistinên, siyasî, çandî û heta bi çapemeniya Kurd re jî di nav çarçoveya wêneyekî de nehatîn cem hev. Ev hem ji bo rêveberên li parlamentoyê û hem jî ji bo serokkomariyê jî lê dibe. 

Rêveberiya Elmanyayê di nedîtin û muxateb qebûlnekirina nûnerên gelê Kurd de deyndar û heta mirov dikare bibêje tawanbar e jî. Lewre ev siyaseta ku ji salên nodî ve li dar e, li hemberî têkoşîna rewa ya azadî û mafên mirovan yên gelê Kurd de astengên girîng afirandîn. Gelê Kurd li gel dewletên dagirker ên Kurdistanê neçar man li dijî vê siyaseta neheq û ne rewa ya Elmanyayê jî li ber xwe bide û têbikoşe. 

Wek me berê jî behsa wê kiribû, pirsên NAV-DEM´ê ne tenê siyasî ne. Ji pirsgirêkên civakî û heta yên penaberan, ji babeta azadî û wekheviya jinê heta mafên zarokan jî, gelek mijarên jiyanî wek pirsyar hatin amadekirin. Helbet di nav wan de pirsên ku dil û mejiyê têkoşîna gelê Kurd jî diyar dikin, hene. Çend ji wan jî ev in; rakirina qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), rewşa zindanî ya giran a li ser Abdullah Ocalan û her wiha Kurdên ku ji ber karên siyasî û îfadekirina ramanê li Elmanyayê bûyîn armanca qanûnan jî hene. 

Ji wan herdu partiyan dîsa jî, Die Lînke ango Partiya Çep a Elman bêhtir bi eşkereyî bersivên NAV-DEM´ê bersivandine. Wek nimûne di pirsa PKK, Ocalan û girtiyên siyasî de wiha bersiv dane: 

Die Linke qedexeya li ser PKK´ê bi têgiha ‘anakronîk’ê rave dike. Vêna jî mirov dikare wek kiryareke ku bi demê re di nav nakokiyê de be, şîrove bike. Ango ev qedexe ne li gorî dem û mekanê ye û wiha dewam dike, “PKK di babet û pirsgirêka Kurd de aktoreke sereke ye. Qedexe û neçarhiştina îlegalîteyê ya ji bo PKK´ê xizmeta çareserkirina pirsgirêka Kurd nake. Berevajiyê vê, rakirina qedexeya li ser PKK´ê wê rê li ber zexta li ser Tirkiyeyê veke û ev jî dê xizmeta çareserkirina pirsgirêkê bike. Her wiha ev qedexe li pêş xebatên siyasî û azadiya raman û îfadeya mafên takekesî ya bi deh hezaran Kurdî jî bûye asteng. Die Linke, berê jî ji bo rakirina vê qedexeyê li Parlamena Federal hin xebat kiribûn, wê ji vir şûnde jî, li hewldanên xwe yên bi vî rengî berdewam bike.” 

Dîsa di babeta girtiyên siyasî yên li Elmanyayê de ku ji ber qanûna 129-b yê mexdûr in jî Partiya Çep li gel rakirina vê qanûnê ye. Derbarê qedexekirina sembol û alên PYD, YPG, YPJ û YXK ê de jî wiha bersiv daye: “Ew giştînameya ku Adarê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin, divê demildest bê betalkirin û rakirin. Lewre Elmanya bi xwe jî di nav koalîsyona têkoşîna li dijî DAÎŞ´ê de kar dike û PYD jî di nav de ye. 

Bersivên Partiya Keskan yên derbarê girîngî û azadiya Abdullah Ocalan de jî bi yên Partiya Çep re li hev in û maqûl in, lê di babeta rakirina qedexeya li ser PKK ê de nêrînên wan yên berê dewam dikin. Li gel ku qedexe nayê parastin jî, hind spartinên wan yên kevin jî domdar in. 

Yazarın diğer yazıları