Ho ho hooo! Gura bir çû!

Di jiyana gundewar a Kurdan de hin lawir xwedî cihekî taybet bûn. Mirovan ji nava kerî an koma lawirê xwedî dikir, yek jê bi taybetî hilbijart û gelekî bi delalî ew xwedî dikir. Zad û êm bi taybetî didanê, paqij dikirin her wiha dixemilandin. Mînak berxê ku ji bo namzetiya beraniyê dihate neqandin, nav li wan dihate kirin, bi taybetî dihatin xemilandin û xwedîkirin. Berx û beran ên ji bo nezer li wan nexe, nivişt ji wan re hatibûn çêkirin, hebûn.

Dîsa yek ji lawirên xwedî şans dîk bû. Mirovan derbarê lawiran de ji çand û mîrasa hezarên salan sûd werdigirt; piştî ji hêkê derdiket bi demeke kurt wan ji liv û tevgera çîvçikê fêhm dikir ku xwedî taybetmendî ye û yekser ew diparastin.

Di tercîhkirina lawiran de secereya wan lawiran referanseke girîng bû. Yanî berxê biçûk an çîvçik a nû ji hêkê derketî ji kîjan tuxmî bû ji bo xwediyê wan girîng bû. Ji bo domandina tuxmên baş û berhemdar berxê namzetê ‘beranê tov’, çîvçikê namzetê ‘dîkê tov’ bi hostayî û daneyên pisporiya xwezayî ya ji dîrokê ve afiriyê, dihate neqandin. Dîk û beran mîna pîvanên, teşbîhên ‘mêranî’, ‘lehengî’ hatine dîtin di biwêj, gotinên pêşiya û stran û çîrokan de cih girtine.

Mijara me ya îro dîsa derbarê stranên li ser lawiran de ye. Ya yekemîn strana Mihemedê Kinê yê Mitirb ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku li ser berxê xwe yê guran revandiye dibêje. Di dawiya her beşa stranê de dengên qalibî yên bîna, “birrr”, “hirr”, “ho hooo”yên komînîkasyona navbera şivan û pez de îfade dikin, mîna neqerat hatine bikaranîn. Bi derxistina van dengan re şivanî pez koordîne dikir û her yek ji wan dihate wateya fermanekê…

Strana Mihemedê Kinê ‘Ka Berxê min” jî ku ji serî heta binî pesin dide û di her beşê de kêfxweşî, heyecan, xemgînî ya hebûn û kuştina guran a berx îfade dike, wisa ye:

Berxê min e li zozana

Sukra wîna bi mircan e

Navê berxê min Naman e

Bavê berxê min beran e

Cohtikê guran, bi xwedê van ne!

‘Birr birr birr… ka berxê min

Hirr hirr hirr.. Xwedê da min

Ho ho hooo..! Ho ho hooo..!

Gura bir çû…*)

Berxê min hat û meşiya

Çi çavreş e, bi rêşî ye

Pişta wî gelek spî ye

Weke berfa li serê çiya

Wextê xatir ji min xwestiye

Ez ketim û dilê min êşiya

Cohtikê guran min dîtiye

Berxê min e li sûlavê

Keriyê miyan hate şaxê

Berxê pêşî berxê axê

Berxê min çûye germavê

Xwe şûştiye daya tavê

Berxê mine li Gedûkê

Keriyê miyan hate sûkê

Berxê pêşê berxê Bûkê

Wextê berxê min meşî

Weke zabitê li bêlûkê

     Yax û neman li van roviyan

Strana me ya duyê jî li ser mirîşka ku roviya xwariye, hatiye amadekirin. Kesê stran cara yekemîn gotiye nayê zanîn. Jixwe, tenê çend kesên herêmî ku ev stran di hişê wan de maye, hene û gelekî bi sînor tê naskirin. Min jî di sohbetekê de ji gundiyê me Hiseyinê Mûso guhdarî kir. Li gora navê gundê Êsê û Xerabê Bena di stranê re derbas dibin, li gundên derdora Kercosê hatiye gotin. Mirovê xwedî hêza mîzahê ji aliyê roviyan ve xwarina mirîşka zer ji bo xwe îfadekirinê xistiye hincet. Ji Xalitê Bekçî dest pê dike, xebaran ji lawê xwe Elo Gazî re dide û “Textê Enqerê dihejîne”. Ji trajediya mirîşka zer a bûye qurbana roviyê fenok berhemeke balkêş derketiye holê:

Yabo yeman li van roviyan

Roviya mirîşka me xwariye

Darê tifinga Xalitê Bekçî                ji bona çi ye?

Ezê herim cem qeymeqamê      mîrê amê

Bêjim qirûşek meaş nedin Xalit,     ê bekçî ye

Destûra roviyan li mirîşkê gundê me dayiye

Yax û neman li van roviyan…

Kuro Elo Gazî tuxmê kerê

Rabe seriyekî bide avîka li       

         pişt bênderê

Bê ma bêxwediyê rovî, ne

         yê sala çûyî, sala berê?

Gelî ehlê malê li me

         rebenan

Hûnê rabin seriyekî bidin   

         Sirdê, Êsê û Xerabê Bena

Dibêjin, pirtik di devê wa

         wîkê wan de hene

Binêrin ka ew pirtik ne yê 

         mirîşka me ne

Ezê rabim lez kim, bi lezînim

Ezê textê Enqerê bihejînim

Ji Tepa Berava heta Geliyê Bedlîsê

Ji Bêmkê Hesinan heta            Deşta Sirûcê

Ezê fermana roviyan bi qanûnê    biderînim

Ezê heyfa Mirîşka Zerik bi destê xwe hilînim

Yax û yeman li van roviyan….

Û sê mirîşkên Siyahpûş

Şairê Kurd ê bi nav û deng, Siyahpûş (Muhammed Cewad) ku weke derwêşekî li tevahiya Kurdistanê geriyaye û her cihê tê re derbas bûye şopa xwe hiştiye. Helbestên giranbûha nivîsandine. Demekê li Gundê Ferqîn Kurbeytê ê li herêma Narîk dimîne. Narîkî yên bi diziyê navdar, mirîşkên Siyahpûş ê xizan didizin. Li hember vê yekê helbesteke li ser diziya mirîşkan dinivîse û dibêje: “

Ehlê Narîk ehlê nar in

Bi dev dost in bi dil neyar in

Sê mirîşkên Siyahpûş hebûn,     ew jî xwarin

Ji sê nivîsên dawî yên li ser lawiran û cihê wan di wêjeya devkî de mabesta min ew bû ku tiştên di serdema me de gelekî ji rêzê xuya dikin jî di jiyana gundewarî ya Kurdan de xwedî nirxên bêhempa bûn. Bêzariya Siyahpûş û helbesta li ser diziya mirîşkan jî mîna stranên din ên li ser lawiran di rastiyê de têkildarî jiyan, çand, debar, exlaq û hestên mirovî ne.

Yazarın diğer yazıları