HPG´ê bi çalakiyên xurt Helmet bi bîr anî

Gerîlayên HPG û YJA-STARê bi rêzeçalakiyên xurt Diyar Xerîb bi bîr anîn. Di çalakiyan de ustegmenek û onbaşiyek di navê de gelek eskerên dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de weha tê gotin: 5´ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombardûman kirin û di encamê de hevalê Endamê Konseya Serokatiyê ya KCKê Helmet bi nasnav Diyar Xerîb tevî hevalên pê re Şahîn û Dewran şehîd bûn.

Hevrê Helmet di nav refên PKK’ê de 25 salan têkoşiyaye û di nav partiya me PKK’ê de xwedî cihekî girîng e. Hevrê Helmet ji bo azadî û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd hemû peywirên xwe yên şoreşgerî li ser xeta milîtaniya Apoyî domandiye û bûye xwediyê kedeke hêja.

Ev êrîş li dijî xeta Rêbertiyê û yekîtiya neteweyî ya gelê me hatiye kirin. Hevrê Helmet, fermandarekî me yê pêşeng e, û têkoşîna wî ya ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurdistanê têkoşîneke bi qîmet e. Wê teqez hesabê vê êrîşê were pirsîn a ku bi hevkariya sîxurên dewleta Tirk hatiye kirin.

Li ser vî esasî em fermandarê mezin hevrê Helmet (Dîyar Xerîb Muhammed) û Hevrêyên hêja şehîd Şahîn û şehîd Dewran bi hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û ji gelê Kurd re dixwazin.

Li hemberî vê êrîşa bêbext hêzên me ji bo bibîranîna heval Helmet, hevrê Şahîn û hevrê Dewran li gelek qadan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt li dar xistine.

Ustegmenek çawişek hatin kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 9’ê Tîrmehê, saet di 08.00’an de hêzên me li du kamyonên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker dane yên ku ji Rûbaroka Şemzînana Colemêrgê diçûn qada Tepê Xwedê ya li qada Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çalakiyê de wesayîteke dijmin hat îmhakirin û wesayîta din jî derbeke giran xwar. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndarbûn. Bi qasî ku hat tespîtkirin serbazek û efserek hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus, hawan û helîkopteran li qadê dan û leşkerên xwe yên kuştî û birîndar ji qadê derxistin.

Di çarçoveya pêngavê de 8’ê Tîrmehê li qada Deriyê Cafer a Gevera Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ev demek e di ketina Qelqeliya Wanê de bendeke kontrolê ava dike. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ya ku li Botanê didome, li polîsên li ber avahiyê dan. Di vê çalakiyê de 2 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Hêzên me yên ku ev her sê çalakî li dar xistine, bi silametî vegeriyane baregehên xwe.

Li Hatayê li dijî dagirkeran şer

1’ê Tîrmehê artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Dortyolê ya Hatayê dest bi operasyonekê kiribû. 2’yê Tîrmehê hêzên me di navbera zozanên Tokdag û Ovacikê de, rastî yekîneyeke dijmin hat û şer qewimî. Di vî şerê dijwar de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndarbûn. Hevrêyekî me li dijî yekîneya dijmin heta guleya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Medya şerê tayber derewan dike

Medyaya şerê taybet a Dewleta tirk a dagirker ragihand ku di tevgereke dagirkeriyê de 3 hevrêyên me şehîd bûne, nûçeyên derew belavkirine. 2’yê Tîrmehê di şerê rû dayî de tenê hevalekî me şehîd bûye.

Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bombekirin

9’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker devera Stûna ya girêdayî herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 09:00’an li gel derdora gundê Şilane ya girêdayî herêma Metîna devera Xantûrê jî saet 19:00’an bombe kir. Di van bomberdûmanan de ti ziyan negihiştiye hêzên me, lê ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl ên li herêmê.

 ANF / BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found