HPG´ê  li Çelê lê da 

Gerîlayên HPG´û YJA STAR´ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li leşkerên artêşa Tirk dan û herî kêm 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiyên gerîlayan ev agahî da. “Hêzên me, di çarcovaye Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker didomînin. Hêzên me li dijî hewladana dijmin a dagirkirina herêma Xakurkê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li 3 cihên cuda çalakiyên bi bandor pêk anîne.

8 esker hatin kuştin

8’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker, bi piştgiriya yekîneyên xwe yên veşartî yên li herêma Kanî Orê li bejahiyê kemîn danîbûn. Hêzên me ev yekîneya dijmin a kemîn danî xistiye bin kontirola xwe û heman rojê danê nîvro çalakiyek pêk anî. Hêzên me ji du aliyan ve ji nêz ve bi awayekî bi bandor li dijmin dane. Di vê çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Heman rojê saet 12.30’î hêzên me, çalakiyek li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Colemêrg bi cih bûyî pêk anîne. Di vê çalakiyê de 3 eskerên di çeperan de hatine kuştin. Dîsa artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê herêm bi obus û hewanan bomberdûman kiriye, lewre li herêmê şewat derketiye.

Êrişên hewayî

9’ê Hezîranê, hêzên me li dijî eskerê dijmin ên li ser Girê şehît Bager bi cih bûyî çalakiyek pêk anîn. Çeperên dijmin ên li ser gir bi derbên giran hatine lêdan lê belê nehatiye zelalkirin ka çend kuştî û birîndarên dijmin hene.

10’ê Hezîranê danê sibê balafirên atêşa Tirk a dagirker herêma Xinêrê ya bi ser Xakurkê ve bombe kirin.”

ANF/BEHDÎNAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found