HRE´ê çeteyek kuşt yek birîndar kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), da xuyakirin ku şervanên wan li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê li seyareyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistiye. Di encamê de çeteyek hatiye kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûye.

HRE dibêje, “Di 24’ê Adarê de şervanên me li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrîne bi çekên sivik çalakiyek li dar xist li dijî seyareyeke eskerî ku serçeteyê bi navê Mihemed Hemadîn ku berpirsê Disiplîna Leşkerî ya li Efrînê ye û çeteyê bi navê Mihemed Ebu Tirkî tê de bûn. Di encama çalakiyê de serçete Mihemed Hemadîn bi giranî birîndar bû û çeteyê din jî hat kuştin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found