Hukmekî îdeolojîk li ser devkîbûnê

Desthilatdarî, ne hema tegihek e ku di meydana siyasetê de xwe dide der û tesîrê dike. Di her warê jiyanê de, heta di nava mejiyan de jî ew kartêker e. Gelek caran dema ku hin hizirînên li ser pêkhatina têgihên modernbûnê yan jî hin minaqeşeyên ilmî yên li ser babetên cihê dixwînim, bi xwe nikarim û weke keça xwe ez jî dibêjim, “ma em mecbûr in”.

Ev pirsa mecbûrbûnê ne pirseke retorîkê ye. Pirseke ji dil e ku dikim ji bo ku di wê yekê bigihim ka bi rastî jî em neçar in bi rêbaz, têgih û teoriyên “xelkê” afirandî di dinya xwe bigihijin, rahêjin dinya xwe li ser bihizirin. Herçî peyva “xelkê” ye, li vir ez bi du maneyan bi kar tînim: a yekê, kesê ne ji me, yan jî ji derveyî me; a diduyê jî kesê ne ji civatîbûna me, heta ew kesê xwe ji me çêtir dihesibîne. Di meseleya civakîbûna me weke netewe de hingî ji bo qismê yekem em behsa gelên wek Tirk, Ereb, Fars û yên din dikin ku di minaqeşeya xwe ya giştî de ne bi rengê me li mijaran dinihêrin û wan dinirxînin. Herçî qismê duyem e, em behsa gotara serdest/desthilatdar a di nava van miletan de û her weha gotara modernîzmê ya navend-Ewrûpa ya xweçêtirhesibandina rojavayî dikin.

Sebeba vê hizra min jî ew e ku min pirtûka ji gotarên Dilawer Zeraq bi elaqeyekê xwend û vê xwendinê hem di warê zimên de û hem jî di warê hizrê de li min û zanîna min zêde kir û hem jî kir ku ez rexneyekê jî weke bivênevê li vir îfade bikim. Çend caran di gotarên Zeraq ên “Rajena Kurdî” de ku mixabin min bi derengî xwend, hizirîna li ser devkî/gotinkîbûnê de heye. Ev pirtûka dawiya sala 2014´an çapbûyî bûye meydan ji bo Zeraq ku hespê hizra xwe lê biajo. 

Herçî zeraq li ser devkîbûn/gotinkîbûnê de dibêje di minaqeşeya li ser mijarê de nû nîne. Nivîskar çend caran navê James Ongî dibe ku bi xwe li ser mijarê yekalî pirr fikiriye û yek ji berhemên herî belav di minaqeşeya li ser devkîbûn û nivîsê de derxistiye holê. Bi kurtî li vir mirov behsa mijarê bike, hingê mirov wê bibêje, Ong jî ji wê rêûresmê tê ku nivîsê û nivîsandinê weke qonaxeke bivênevê dinirxîne ji bo pêşketina mirovî. Li vir pêşketin pirralî tê nirxandin ku di navê de pêşketina hizrê jî heye, ya teknolojîk û ya zimên jî heye. Li gorî vê teoriyê, heta ku civak devkî ne, ew nikarin fikr û hizrên mucered biafirînin, ji ber vê jî derfeta bi pêşketina ilmî û pê re jî ya civakî û hizrî ne mumkin e were afirandin. Zeraq jî bi gotara xwe bi navê “Awirtêdanek li guherîna zimên di biwara vegotina çîrokê de” çend caran vê fikrê ji bo xurtkirina argumanên xwe derdixe pêş. Bi herhalî, mirov dikare bi vê hizrê re be; lê belê diviyabû nebe ku mirov rahîje vê gotara di peywendeke kolonyalîst de, bi tinehesibandina gotarên dij-kolonyalîst. Lewma bi rastî jî hîna ti delîlên îsbat bikin nînin ku ya ku dike mirov fikrên muceredtir (yanî her di devkîbûnê de jî fikrên mucered hene, asta wê û rêjeya wê kêm jî be) bi pêş bixe, nivîs/nivîsandin e. 

Li ser vê yekê bawer dikim ku peyva “efsaneya nivîsê” têra xwe raveker e. Ev peyva li jor, rexneyê li awayê minaqeşeya jor digire û dibêje, weke qonaxa bivênevê hesibandina nivîsê ji bo pêşketina civakê û ferdan efsaneyek e. Jixwe gelek lêkolînên di biwara vê mijarê de gihiştin wê encamê ku bêhtir bi aqilan dikeve ku îdeolojiya li pişt vê hizra “bivênevêbûna nivîsê” ye ya ku fikra mucered xurt dike li cem ferd û civakan û ne nivîs bi xwe ye. Hingê mirov dikare bi hêsanî bibêje, naxwe ew hukmê dibêje ji bo bipêşketinê nivîs qonaxeke bivênevê ye, hukmekî îdeolojîk e; heman tişt ji bo hukmê dibêje “devkîbûn rê nade fikra mucered” lê ye.

Bi her halî mala Zeraq û weşanên Lîs ava be, lê beriya gotara xwe bi dawî bikim, ez gotineke din jî bikim: Serê min ji wan gotin û peyvên bi Soranî naêşe, heta hinekî jî min hez ji wan kir, lê ew peyva “çêlhatî” ku Zeraq dibêje, Eliyê Evdirrehman di Morof ê de bi kar aniye, mesele ye. Helbet gotineke çêkirî ye, lê meseleya min ne çêkirîbûna wê ye. Ji çi çê bûye? Gelo “çêl” tê anîn, yan jî “çêl” tê. Min hez dikir zanibim ka çawa bûye ku bûye “çêlhatî”. Niha jî sedema xwe bibêjim min çima girra xwe bi vê gotinê da: Ez awayê “çêl lê kir” nas dikim, heke wisa ye, ma ne diviya bû “çêllêkirî”, “çêlêkirî” yan jî dînê me fireh e “çêlkirî” bûya ev peyva çêkirî. Yan na!?     

Yazarın diğer yazıları