Hûn navekî lêkin

Di dîroka me de, ketin, rabûn, pêkhatin, kêşe û nakokiyên pirr taybet hene, lê di her demê de hin derdor aliyên neerênî yan jî aliyê xeta xiyanetê yên van rûdanan mîna nirxên gelê me yên herî pîroz bin, hewl dane ku wek nirxên dîrokî û neteweyî bifiroşin gelê me. Heta, di vî warî de wêjeyeke gelek taybet jî hatiye afirandin. Min di nivîseke xwe de ji wê re “wêjeya îxanetê” gotibû. Nivşên li pey jî wek nirxekî gel be, fêrî vê xeta îxanetê dibin û pesna îxanetê didin. Dagirkerên welatê me jî ji bo bikanin ji van nakokî û kêşeyan sûd wergirin, her û her van birîn û têgîhîştinên neerênî zindî digirin. Di warê polîtîka û zanista civakî de bê navber tevlihevîyê diafirînin. Em ji bo vê rastiyê piçekî rûpelên dîrokê wergerînin, da em bikanin hin birînên kûr bibînin û bi nav bikin.

Li gor daneyên berdest, Gaumada yê serhildêr kesayetiyeke ji malbata Aştiyago, êla Magiyan e. Bi xwe gîyanwerekî Zerdeştiyan e, ango pîr e. 25 sal piştî ruxandina serweriya Med, berxwedaneke pirr mezin bi rêk dixe, herî kêm nîvê welatê Medya ji bin dagirkeriya Persan rizgar dike. Lê Dariyusê wek Kambîsê bavê Kuroş sextekar û dekbaz, bi dek û dolaban wê serhildanê bi awayekî hovane têk dibe û Gaumada bi bêwîjdaniyeke cinawirî dikuje. Di gravura li ser zinarên Bêstûnê de, Termê Gaumada di bin lingê Darîus de dixuye. Lê mixabin hin Kurd bi navê rewşenbîrî û zanyariya dîrokî, Darîyus wek Kurd û keyê Kurdan bi nav dikin. Heta navê “Dara” li zarokên xwe dikin. Niha, em çi navî li van derûdoran bikin?

Îdrîsi Bedlîsî bi navê Osmaniyan lêkirî “Mevlana Hakimuddin İdris-i b. Mevlana Husamuddin Ali al-Bitlisi”, bi vî navê wek çoroz mezin, dikin û difiroşin me. Idrîsî Bedlîsî karmendekî saziyên Osmaniyan bû. Osmaniyan peywirê mîr û begên Kurdan bi Osmaniyan ve girêdanê, dan wî. Wî jî hewl daye ku vê fermana axayên xwe pêk bîne. Di dema pêkanînê de li ser bingehê olî gelek nakokî afirandine. Lê mixabin ku hin kesên payeya dîrokzanî, zanyarî û rewşenbîrî nadin kesî, Idrîsî Bedlîsî wek gernas û rêberekî Kurd difiroşin bala giştî ya gelê Kurd. Em Îdrîsî Bedlîsî bidin aliyekî, em çi navê li van kesan bikin?

Birayê M. Mustafa Barzanî yê mezin Şêx Ebdisselam Barzanî bi destê xwînxwarên Ittîhad û Teraqqiyê di sala 1914´an de li Mûsilê hat îdamkirin. Lê îro neviyên wî bi Erdogan û AKP´yê re yên ku bi wê zêhniyeta Îttihad û Teraqqiyê hewl didin Kurdan bi komkujiyan ji rûyê erdê rakin, dost in, hevkar in. Başûr bi baregehên wan ên leşkerî dane dagirkirin. Piştî her kirinê wî yên xwînîn yên li dij Kurdên Bakur û êrişên wî yên li dijî Rojava, spasnameyan jê re dişînin. Divê mirov navekî bikane li vê rastiya wan a li ber çavan raxîne jî, li van bike, em çi navî lêkin? Min navekî têr nedît!

Her kes dizane ku dagirker û dijminê Kurdan yê sereke serkarî û giyana dewleta Tirk e. Ji bo bikane li dij Kurdan bi kar bîne, wê bi her awayî piştgirî da DAIŞ´ê, di bin navê muxalefeta Surî de çeteyên her demê dikane li dij Kurdan bi kar bîne, perwerde û fînanse kir. Her wisa, hin Kurd û kesên biyanî di bin navê Pêşmêrgeyên Roj de ji bo têkbirina destketiyên Kurdan amade kirin. Di her aloziyê de berê navê wan dike rojevê, paşê jî dewleta Tirk êriş dike ku ji wan re cih veke. Armanca wan bi riya wan nakokiyan têke nav Rojava û wê têk bibe. Di dema dagirkirina Efrînê de navê wan hat rojevê. Niha jî bazara êrişa li ser  Rojava heye. Ew derûdorên ku di nava keft û leftê de ne ku vê xencera bi nav Pêşmêrgên Roj di sînga Kurdan de têke xwar. Divê navekî vê reziliyê hebe. Em çi navî lêkin?

Divîbû ev çembera îzolasyon û tecrîda giştî bi xwedî li rêveberiyê derketinê, yan jî bi giştî îzolasyonê parçekirinê, bêbextiya bala cihanê şikandinê çalakiyeke taybet pêk bihata. Leyla Guven a bi fermana serkarê psîkopat di hepsê de tê ragirtin, bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ev bêdengî qelaşt. Niha pêla vê çalakiyê bi rengên greva birçîbûnê û cuda, cihan daye ber xwe. Hin derûdor mîna ku erkê troleriya faşîzmê wergirtibin, êrişî forma çalakiyê dikin. Di rastiyê de ew derdorên tên zanîn, êrişê her çalakiya û bêçalakiya Tevgera Azadiyê dikin, Divê em êdî ji van derûdorên bi zimî di xizmeta dîktatoriya faşîst de ne, bi nav û reşşaneyeke kêrhatî ya ku rastiya wan li ber çavan radixîne, bi nav bikin. Em çi navî li van derûdoran bikin?

Ji ziman, çand, wêjeyê bigire hetanî têkiliyen di nava pêkhateyan de di her warî de xwarî, şaş têgihîştin, êrişkarî, tevlihevkirina rastiyan, heye. Dema mirov yek bi yek rêz bike, rûpel têr nakin. Carinan peyvên tên zanîn jî ji bo şîrovekirina vana kêm dimînin. Lema mirov li têgîn û rengên cuda digere. Hêvî dikim ku mijar di nava rastiya xwe de were têgihîştin û navê rast li van derdoran were kirin.

Yazarın diğer yazıları