Huner li dijî dagirkeriyê

Komxebata duyemîn a Rojava ya hunera şêwekariyê îro bi dawî dibe. Hunermendên beşdarî çalakiyê bûn, qederê 40 tabloyên hunerî li yekê ji holên bajarê Kobanê xêz kirin.

Bi dirûşma “Îradeya xaka zeytûnê ji terora we mezintir e” û bi sponsoriya Desteya Çand û Huner a Herêma Cizîrê, bi 24 hunermendan sempozyumê di 10`ê Gulanê de li Hola Newrozê ya bajarê Kobanê dest pê kir.

Rîşan Yûsif ji Amûdê şêweya heba zeytûnê li ser kevirekî 150 kîloyî neqiş dike, her wiha Nişet Emê ji bajarê Kobanê piştî ku hesinên ji bermahiyên şer kom dike û şêweyekê mîna laşê mirovan çê dike û li ser pişta wî bar giraniyek heye, wê yekê nîşana rewşa jiyanî ya gel belengazan nîşan dide.

Hunermendê koçber ji kantona Efrînê Eslan Memo dara zeytûnê û li ser çiqilên wê kesên ku li dijî zaqan liber xwe didin xêz dike.

Hunermendekî din ji Efrînê Mihemed Çawîş bi rêya tabloyên xwe ku kela Nebî Horî li Efrînê neqişandibû, hêviya vegera li kelehê nîşan da.

ANHA / KOBANÊ

Yazarın diğer yazıları

    None Found