Huner şoreş bi xwe ye Mehmet

Huner û şoreş çi qasî di nava hev de ne? Pirseke hişk û ji bo gelekan jî dûrî estetîkê ye. Lê di rastiyê de her kes pê dizane, meseleya huner yekser elaqeya xwe bi jiyana civakî re heye. Ferdek bê civak nagihe wê asta afirandina estetîk û huner bixwe. Li ser vê ne lazim êdî mirov minaqeşe jî bike. Heta bi protestoya li dijî civakê û lepên wê yên xurt ku carinan bîhnê li ferdan diçikîne jî, nikare bêyî hebûna civakê weke şertê pêş derkeve holê. Mirov bi her halî nikare li huner û ferdên afirînerê huner bifikire, heger weke şertê pêş civak nebe. Hunerê herî ferperest bi xwe jî civakî ye.

Bedewî û estetîk (estetîka kirêt û ya xirabiyê jî di navê de) bêyî civakê ne mumkin e di asta ferdî de mirov bi wan bihise, yan jî wan bi zanîn biafirîne.

Ji ber wê jî pirsa li jor, huner û şoreş çi qasî di nava hev de ne, pirsek e retorîkê ye ji bo minaqeşeyeke belesebeb. Şoreş bi xwe huner e û estetîka wê jî di kirina şoreşê bi xwe de hewandiye. Mehmet Aksoy yek ji nifşê ciwan ên derhênerên Kurd bû li Londonê dima, pêr nûçeya şehadeta wî li Reqayê hat. Mehmet dema ku dîmenê şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê digirt, şehîd bû. Bi gotinên wî yên dema li Reqayê bi dîmen qeydkirî wî digot, “Em divê filmên Kurdî nîşanî Kurdan û ne Kurdan bidin da ku em nasnameya xwe, têkoşîna xwe, çand û dîroka xwe xurt bikin. Her rengê huner, awayekî berxwedanê ye li dijî şêwazên tepisandinê.  Film, sînema sîleheke mezin in ji bo mirovkirina civakê, ji bo vegotina serpêhatiyan, teqandina sînoran, ji bo ku mirov hev du nas bikin. Ji bo Kurdan, ji be rku ew li navenda Rojhilata Navîn in, huner ji berxwedanê û wê de ye. Ji ber ku zimanê Kurdan hat qedexekirin, Kurd hatin kuştin, bûn mexdûrên qirrkirinê, çanda Kurd, dîroka Kurd, her rengê hunerê Kurd hat tepisandin bi rengekî yan jî bi rengê din li her çar parçeyên Kurdistanê. Bi vê maneyê sînemaya Kurd, çawa ku tê zanîn sînema her 7 rengên din ên huner tîne cem hev, bi dewreke gelekî girîng radibe di xurtkirina nasnameya Kurd, xurtkirina siyaszeta Kurd û xurtkirina berxwedana Kurd. Kurd niha dixwazin serpêhatiyên xwe bibêjin, bi rengê kurtefilman, belgefilman, filmên metrajdirêj, bi sînemaya ceribandinê. Bi ya min erê bexwedan e, lê ne tenê berxwedan jî, jê û wêde, hunerê sînemayê ji bo wan dengek e da ku dinya wan nas bike.”

Mehmet wisa li ser sînemaya Kurd difikirî û dema ku biryar da weke beşek ji çapemeniya YPG´ê rizgarkirina Reqayê jî bişopîne digot, “Karê me li vir ew e ku em li dijî DAIŞ´ê têkoşîna heyî bi film û dîmenan bi dinyayê bidin nasîn. Em serpêhatiyên bi wêneyan amade dikin, em serpêhatiya şervanan vedibêjin. Em dîmenên vîdeo li ser rizgarkirina sivîlan amade dikin. Em li ser karê li pişta bereyê yê weke xebatkarên xizmeta tibê, tamîrkerên maşînên zirîhpoş vîdeoyan amade dikin. Ev karekî berfireh e ku buroya çapemeniyê ya YPG´ê dixwaze pê raya giştî çêke beramberê şerî, li ser têkoşîna li vir, li ser karê insanî û li ser tişat li vir diqewime, nexasim jî elaqedarî YPG´ê û her weha QSD´ê.”

Bi her halî, Mehmet nîşana wê yekê ya herî darî çav e ku huner û şoreş di nava hev de ne, parçeyên hev in û ne tenê di demên şer de jî, di nava veguherîna mutleq û daimî ya jiyan û civakê de huner her şoreşek e. Dostê hêja, hevalê ezîz rêya te dayî ber xwe wê bi biserxistina azadiyê ji bo gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn bê tacîdarkirin. Xwedê te bi rehma xwe şa ke.            

Yazarın diğer yazıları