Huner û azadiya hunerî

Li Elmanyayê, li paytexta eyaleta Hessenê, Wiesbadenê cot-pêşangehek wê 23´yê mehê dest pê bike û navê wê jî Der Zeit ihre Kunst (Zeman, hunerê wî) / Der Kunst ihre Freiheit (Huner azadiya wî). Weqfa çandê ya Hessenê vê cot-pêşangehê organîze dike.

Di vê pêşangehê de berhemên şêwekar û rojnamevan Zehra Dogan wê bên nîşan dan. Dio beşa yekê de wê berhemên solo û berhemên komî yên Zehrayê bên nîşandan. Di beşa diduyê de wê pêşangeha yekê ya şexsî ya Zehrayê li Elmanyayê bê organîzekirin. Di nava berheman de, berhemên wê di hepsê de xêzkirî jî wê hebin.

Şeva danasîna pêşangehê wê 23´yê Çile be û pêşangeh li xelkê ji 24´ê Çile heta 8´ê Adarê vekirîbe. Pêşangeh wê li hola Nassauischer Kunstverein Wiesbadenê be li navnîşana Wilhelmstraße 15, 65185 Wiesbaden.

WIESBADEN

Yazarın diğer yazıları

    None Found