Huner û şoreş û elaqeya wan a bi hev re

Şoreş û huner ne du kategoriyên ji hev cihê û îzolekirî ne. Jixwe gava mirov li wan şoreşan dinihêre ku civak ji bo dema peyxwe bi temamî guherîne, em dibînin ku huner û nexasim jî hunerên vegotinê bi erk û roleke mezin rabûne. Ji ronesansê heta bi şoreşa Franse, ji şoreşa Bolşevîkan heta bi şoreşa 1968’an, ev her wisa ye. Lewma ev hunerên vegotinê elaqeyeke xwe ya yekser bi du tiştan re heye ku ji bo civakan bivênevê ne: ya pêşî fikr û hizra wê di şexsê rewşenbîr û hizrkerên wê de ya diduyê jî rewşa çîn û ferdên wê ya darî çav yan jî nepenî ye.

Ji bo ku ev herdu xalên min li jor behsa wan kir bi rastî jî tesîrekê li civakê bike, perwerde xwedî dewreke sereke ye; bê perwerde mirov nikare ne tesîreke hunerî, ne yeke civakî û ne jî yeke siyasî ya şoreşan misoger bike. Maneya vê çi ye? Bila yekser dibistan neyên bîra we, lewma roman xwendin perwerde ye, lewma jî roman nivîsandin dikare li gorî rewşê karekî şoreşgerî be bikasî ku edebî û hunerî ye jî, temaşekirina li filmekê yan jî şanoyekê jî perwerde ye, lewma nivîsîn û pêşkêşkirina wê jî dikare bibe kirineke şoreşgerî. 

Lewma jî bi me ecêb nayê dema ku li Rojavayê Kurdistanê di nava şerê man û nemanê de festîvalên şanoyan ên zarok û dibistanan tên lidarxistin. Ya ku diviyabû me metelmayî bihêle berevajiyê wê ye. Yanî eger li Rojava karên hunerî bihata ne taloqkirin yan jî betalkirin, ev ê bibûya şaşiya herî mezin. Şer jî li ber hunerê nikare bibe asteng, lewma li Qadên Parastina Medyayê gelek komên bi karê hunerê radibin û dibistanên hunerê hene ku ji bilî muzîk û filman, şanoyê jî dikin.

Lê belê di warê erka perwerdeyê ya şoreşekê de tişta herî diyarker, perwerdekirina nifşên nû ye, ango ya zarokan. Ev jî bi rêya dibistan, pirtûk, çîrok, film, malbat, saziyên hunerî, televizyonê dibe ne wisa? Lê yek ji hunerên ku herî zêde tesîrê li zarokan dike şano ye. Zaroka ku li lîstikeke şanoyê temaşekirî bi rojan behsa wê dike, belkî jî bi mehan yekser were bîra wê û ji kesên li dora xwe re behsa wê bike. Lewma jî min bi mînaka şanoya ji bo zarokan a Hamburgê hefteya buhurî mînak nîşan dabû. Şano bi kulîsan bi deng, tevger, muzîk û dansê yek ji wan huneran e ku gelek huneran bi yek carê di nava xwe de dihewîne, bi ser de jî ne weke sînemayê ye, lê bêhtir weke guhdarî kirina li dengbêjekî ye; şanoger pêre pêre bi reaksiyonên temaşevan û guhdarên xwe dihisin û dikarin performansa xwe her carê li gorî wê hinekî eyar bikin. Ev jî tesîra wê heger şanoger jî jêhatî bin, misoger dike.

Di rûpelê me yê hunerê de doh nûçeyek li ser weşanxaneya Morî hebû ku ji xwe re kiriye armanc ku materyalên ji bo perwerdeya zarokan çap bike, karekî pîroz e û bi ya min divê ji bo dibistan û dergûşxaneyan materyalên şanoyê jî biafirînin, bila ev jî pêşniyaza min be.

Beriya bi dawî bikim dixwazim gotinên bestekara Awusturayayî Olga Neuwirt bi bîr bixim. Neuwirt dema ku nîşana mezin a dewletê ya Awusturyayê wergirt axaftinek kir û got, “Desthilatdarî timî hunerê li dijî xwe wekî tehlûkeyekê dibîne, û nexasim jî wiha diyar e hunera jineke piçûk.” Bi ya min di cih de ye mirov li vê gotinê zêde bike û bibêje, dema huner ji bo piçûkên miletekî be hingê desthilatdarî yekcar jê ditirse û heta jê ziravqetandî dibe. Ji ber wê yekê, çawa min hefteya bihurî jî got, divê em mekanên hunerê ji bo zarokan biafirînin wan zêde bikin û hebûna wan misoger bikin. Ev karekî hunerî ye, erê  lê ne tenê…

Yazarın diğer yazıları