Hunera navmalî ya li ber nemanê

Ez li ser navê xwe dikarim birehetî bibêjim ku têkiliya min bi berhemên hunerî û hunermendan re, di dema zaroktiyê de û li malê dest pê kir. Dema ez biçûk bûm, wek piraniya zaroktiya zarokên dema min û yên berî min, ew neqşên ku bi keda destan, bi sebr û bêhnfirehî di ber karên navmalê re, ji aliyên jinan ve, li ser fanêre, gore û hîzaran dihatin çêkirin; gelekî balkêş bûn. Bi taybetî ew berhemên ku dîwarên malan dixemilandin, wan bi motîfên xwe yên rengîn ez li himberî xwe didam rawestandin û dibirim dunyayeke din.

Gelek caran min bi bêhnfirehî li destê keçap, keçxal, jinap û dayika xwe dinerî dema ew bi çêkirina neqşan, goreyên rîs û merşan meşkûl bûn. Ew neqşên ku li ser hîzarê spî û etemînan bi alîkariya derzî û tayê ji aliyê jinan ve dihatin çêkirin gelek bala min dikişand… Ew hepoyê ku bi hêza destî ya jinan tayên rengîn bi ser hev û din de dikuta û hêdî hêdî merş û cilên rengîn ber qedadinê ve dibirin… Û piştî demekê jî ew li salon û odeyan dihatin raxistin. Ez dizanim ku gelek malbatên ji Nisêbînê yên ku koçî bajarê Izmîrê kiribûn, ev huner bixwe re biribûn wir jî…

Lê heger ez careke din li mijara xwe vegerim; yek ji wan motîfa ku herî zêde jî bala min dikişand Şahmaran bû. Ez li ber Şahmaran radiwestiyam û min bi heyraniyeke wisa lê dinerî ku ez di nava saniyeyekê de derbasî cihana xeyalan dibûm. Pêşî rengan bala min dikişand û pişt re jî mar û mirov di nava yek laşî de, li ber çavê min zindî dibin. Ew marên ku li derve ziravê min ji wan diqetiya û ez ji sawa wan qidumşikestî dibûm, li himberî min wisa rengîn û xemilandî ez behetmayî dihiştim.

Di heman demê de tembûr û ribabê jî gelek bala min dikişand, tevî ku ti carî bi min re hesteka ku ez bi xwe li tembûr an jî ribabê bixim çênedibû. Bawer dikim hêza stran û muzîkê bû ya ku herî zêde bala min dikişand. Ji ber me zarokan bi piranî ji gotinên wan fêm nedikir. Lê ew bêdengî û guhdana hemû endamên civata hazir tesîreke nediyar a sazvan û ribabjenan li ser me jî dihişt.

Ew mitirb ên (li herêma me Mêrdînê hunermendên ku li kemançê dixin bi vî navî têne binavkirin) ku berî lêdana ribab û gotina sitranan di civatê de ti giraniya gotina wan a civakî tinebû, ya rastî wan jî ti carî xwe nedixistin nava pirsgirêkên gundiyan. Gundiyan hev û din li ser bênderan di toto re deranîna jî, ew li ber dagirtina elbika xwe ya ji genim û nîskan bûn.

Lê dema roj diçû ava û tava heyva hevînê serbanan rohnî dikir û fêkiyên ji nav dehl û baxçeyan li ser tebsikan li ber mêvana dihate danîn û civat jî êdî ji pirs û pirsgirêkên xwe yên rojane diwestiya; hê nû dor dihate ribabê û ribabjen. Ew dengê ku ji mûyê kemançê û ji zimanê hunermend li nava civatê belav dibû hemû westan û aciziya rojê li ber xwe dibir û di nava tarîtiya şevê de winda dikir… Çawa zîqînî ji kodika ribabê dihat, civat hemû; zarok û mezin, maqûl û gundî, jin û mêr hemû bêdeng dibûn. Ji dengê ribab û yê stranbêj û kuxika guhdaran pêştir tu dengeke din nedihat bistin.

Bêguman ev di wê demê de pêk dihatin ku hê elektrîk nehatibû gundan û çanda kapîtalîst bixwe re belav nekiribû…  Loma çîrok û meselokên Kurdî di şevên sar û dirêj de hemû westana rojane ya şêniyan li ber xwe dibirin û hazir derbasî jiyaneke xeyalî dikirin ku bi hêza peyv û hevokên Kurdî ku ji serdemên kevnare de mabûn û di nava coka xwe ya suriştî de herikîbûn û heta wê demê hatibûn.

Bêguman li hemû deverên dunyayê jiyan wek xwe namîne û tê guhertin. Mirov nikare nifşên nû neçarê wan şert û mercên serdema derbasbûyî bike. Ev jixwe ne di çarçoveya karîna mirovan de ye. Loma jî, me bivê nevê, em jê hes bikin an nekin guhertinên derveyî tesîra xwe bi başî an jî bi xerabî li yên hundirîn dikin. Çand û hunerên xwedî derfet mîna lehiyekê bi ser çandên bêderfet de diherikin.

Lê ji bo ev rastî heye, nabe ku civatên bindest û kêmderfet destên xwe di ber xwe re berdin û nebin xwedî parzûneke çandî û hunerî. Bêguman gelek reng û awayên berxwedanê ya çandan û hunerê hene. Jê yek, dema mirov bi çand û zimanê xwe bijîn, û berxwedana xwe ya hebûnî li ser berhemdariyeke hemdemî ya van nirxan ava bikin û xwe bi derfetên serdemê biçek bikin, ew ê li himberî xetereyên nemanê biser bikevin.

Yazarın diğer yazıları