Hunerkom destpêkek bû

Rojekê ji bo nirxandina xebatê agahiya civîneke taybet gihand me, tenê hevalên rêvebiriyê wê biçûna. Amele, Muherem, Seyidxan, Mizgîn û ez, em beşdar bûn. Kelecana Hevala Mizgîn gelekî hebû. Di wê civînê de pêşniyaz kir ku em Mihrîcana Govend û Muzîkê li dar bixin.

XÊLÎL XEMGÎN

Ez sala 1985´an hatim nav xebatên Hunerkomê û heger behsa wan rojan bikim, ez dixwazim, dipirsan ji xwe bikim û bersiva wan bidim ku ji bo min wê ravkirina hest û bibîranînên min hêsantir bike. Pirsa yekê li ser xebatên Hunerkomê ye, ez piştî damezrandina wê bi 2 salan ketim nav, xebat hingê çi bûn û keda kîjan hevalan gelek bû di navê de. Pirsa duyem jî bila li ser Mihrîcana yekê ya govendê be ku sala 1986´an bi rê ve çû ez jî pêşkêşvanê wê bûm; ka wê çawa kela canê min û her kesê beşdar rakiribû.

Bi pirsa yekê ez dakevim; gava ez bixwe ketim nav xebatên Hunerkomê, rewşa wê û xebatên wê çi bû, kîjan heval di nav de bûn?

Rewşa Hunerkomê û kedkarên wê sala 1985´an

Ez ber bi dawiya sala 1985´an hatim û wekî endamekî saziya çand û hunerê Hunerkomê min cihê xwe di nava Koma Berxwedan de girt, her weha beşdarî xebatên çandê jî bûm.

Di destpêkê de dixwazim balê bikşînim ser xisûseke girîng ji xebata Huneromê, ku heta niha jî zêde nehatiye nirxandin. Ew jî ev e, di dîroka hemû şoreş û serhildanên Kurdan de meyze bikin, lingekî wan serhildanan hertim kêm maye. Ew ling jî yê çand û huner, nasname, moral û dînamîka civakê bi xwe ye.

Ji destpêka sedsala 20´an ve, û heta bi salên 70´yî jî hişmendiya serhildan û raperînên gelê Kurd bi wan rabû, ev rêxistin û tevger ji qalib û formên teng ên klasîk nikarîn xwe rizgar bikin! Bi derketina Tevgera Azadiyê re, esas serdemeke nû di siyasetê û şêwazê tevgêriyana civakê de dest pê kir.

Ango, dema meriv Manifestoya Tevgêra Azadiyê a destpêkê dixwîne, girîngî û wateya van sazî û dezgehên me yên hatine avakirin, van nirxandinên me piştrast dike.

Ji bo azadiya civaka xwe, di dîroka tekoşîna azadiya Kurdistanê de, Hunerkom saziya çand û hunerê a yekemîn e ku fermî hatiye damezirandin. Her weha, cara yekê ye ku eniya çand û hunerê, bi armanca rizgariya neteweyî, xwe birêxistin dike û bi çand û hunera gel ji gel re xizmetê dike.

Şehîd Mizgîn motorê xebatê bû

Bêgumane, rewşa wê demê mîna hemû serdemên destpêkê, li nik bê derfetî, amatorî û bê ezmûnbûnê, kelecan û hêrsa avakirinê, di asta herî bilind de dimeşiya.

Jixwe, sala ku ez beşdarî xebata Hunerkomê bûm, Şehîd Sefkan (Celal Ercan) tevlî karwanê Şehîdan bû. Ango dema hatim nava xebatê, Şehîd Mizgîn, Şehîd Çiya, û hevalên (stranbêj) Seyidxan, Xemgîn Bîrhat, Zozan, Dilar (Turkan Îpek- ji girtiyên azadiyê ye) Guler, Xecê hebûn. Hevalên bi karê şano û govendê radibûn jî M. Aral, Amele, Beşîr, Fikret, Xanê û koma govend/ Koro yên ji bajarên Elmanyayê Hannover û Celle bûn. Ji bo kar û barê deng û alatên teknîkî jî kedkarê hêja Xelîl Soykut hebû.

Di her şev û şahiyan de, bi beşdariya van hevalan, muzîk û stran, govend û şano dihatin amedekirin. Li nik birêxistinkirina xebatên zarokan, li pirraniya herêman çêdibûn jî, xebatên rêxistinî jî ji 1986´an heta 1996´an dewam kir û li Stuttgart, Berlîn, Frankfurt, Basel, Parîs û gelek deverên din şûbeyên Hunerkomê hatin avakirin.

Bi kurtî, meriv dikare bibêje xebatên me ji hekiba navendî û hekîbên şaxan hingê pêk dihat.

Mihrîcana yekê û kelacanê min

Ez niha jî berê xwe bidim pirsa xwe ya duyê; di dema amadekariyên Mihrîcana yekê de kelecaneke çawa hebû, mihrîcan çawa bi rê ve çû?

Destpêka sala 1986´an, hevala Mizgîn nû hatibû erkdarkirin ji bo birêveberiya saziyê. Hewildanên xwe her dem bi me hemiyan re parve dikirin. Rojekê ji bo nirxandina xebatê agahiya civîneke taybet gihand me, tenê hevalên rêvebiriyê wê biçûna. Amele, Muherem, Seyidxan, Mizgîn û ez, em beşdar bûn. Kelecana Hevala Mizgîn gelekî hebû. Di wê civînê de pêşniyaz kir ku em Mihrîcana Govend û Muzîkê li dar bixin.

Plansazî û amedekariyên Mihrîcanê heman dest pê kir. Li bîra min e, yekemîn mihrîcan,  di 26´ê Hezîrana 1986´an de, heger ez ne şaş bim li bajarê Elmanyayê Gissenê bû.

Bi qasî li bîra min e, pêşkêşvaniya Mihrîcanê min kir, hevalê Seyidxan, Amele, Dilar, Beşîr û Fikret, Xanê û mamoste Fêrgî nMelîk Aykoç jî jûriya mihrîcanê bûn.

Ji ber ku komên muzîkê kêm bûn, neketin hawîrkanê, lê tenê di bernameyê de stranên xwe pêşkêş kirin. Jixwe komên govendê bi qasî tê bîra min heft kom bûn. Hawîrkan di navbera koma Amed a ji Hannoverê û Koma Welat a ji Hamburgê de, li ser rêza yekemîn derbad bû. Di encamê de Koma Amed bi ser ket û bû yekemîn.

Kelecan û heyecana wê mihrîcanê, hem ji bo koman, hem ji bo girseya gel a beşdar, ew jî qederê 700- 800 kesî bû, û hem jî ji bo me, meriv nikare bi gotinan îfade bike. Ji xwe ya rastî ew bû ku kelecana me hemiyan di vê hawîrkanê de zêde bû. Ji ber wê sedemê bû ku heta niha jî ev kevneşopî dewam dike.

Yazarın diğer yazıları

    None Found