Hunermendên Kurd û yekîtiya neteweyî

Konsera ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd li bajarê Elmanyayê Leverkusenê 8´ê Çile bi rê ve çû. Hejmarek hunermendên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekitiya neteweyî hatin cem hev. Hunermendan li kêleka siyasetvan û nûnerên partiyên siyasî ji bilî gotina stranan, peyamên girîng û nîşaneyên yekbûnê jî dan raya giştî û beşdarên konserê.

Qederê 100 hunermendên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya neteweyî û herwiha piştgiriya Rojavayê Kurdistanê beşdarî vê konserê bûn. Li gorî berê, ti demê bi qasî niha hunermendên Kurd yekgirtî nebûne; qederê 100 hunermendên ji her çar perçên Kurdistanê li ser platformekê bi dengekî bilind bi hev re stran gotin. wan bi hev re marşa Herne pêş got.

Hunermend Şivan Perwer di peyama xwe de got, “Bila hunermendên Kurd tev li vir û yên ne li vir, bang li partiyên siyasî yên Kurd bikin da ku ji berjwendiyên hizbî vegerin êdî bikevin xizmeta miletê Kurd. Heger partî û siyaset ji bo miletê Kurd e, ji bo tevahiya Kurdistanê ye, bila tolerans û hevkariyek di navbera we de hebe da ku em hunermend jî li gorî wê xizmeta civakê bikin.”

Wî ji min re jî got, “Ev 45 sal in bê westan ez xizmeta gelê xwe dikim û li dinyayê digerim da ku ez êşa gelê xwe û zilma li ser welatê me bighîjînim dinyayê. Lê gelek ji miletê me van peyamên min şaş tê dighîjin. Nexasim miletê Êzîdî ku ez gelekî ji wan re rêzê digrim û ji wan hez dikim, bila gotin û peyamên min şaş fêm nekin. Dema ez tiştekî dibêjim, ji sedî sed ji bo ku dilê min li cem gelê min e.

Em dixwazin partiyên siyasî jî hev bigirin û berî her tiştî bila li berjewendiyên neteweyî xwedî derkevin.”

Hesen Şerîf jî di nava hunermendan de bû. Wî jî got, “Bila hemî hunermnedên Kurd bi vê pêvajoyê dewam bikin û bandorê li siyaseta Kurd bikin da ku nêzî hev bibin. Di vê dema niha de pirr girîng e ku em hunermend bi giyanê hunerî û kurdperwerî li dor yekîtiya neteweyî bibin xelek û ji siyasetvanên xwe re bibêjin, wa em hunermend yek in hûn jî kerem bikin, bibin yek. Ev ji bo me îro mîna vejînekê ye ku em ê ji vê û pê ve karibin gelek tiştan bikin.”

Hunermend Nasir Rezazî jî li wir bû, wî jî got, “Heger partiyên Kurdî mîna me hunermendan yekîtiya xwe ava nekin, em hunermend dê nikaribin bi tena serê xwe vê pêvajoyê bibin serî.”

Min Hunermend Bilind Brahîm jî dît, wî strana Şengala li ser sehnê got û peyamek jî da: “Ji bo me hunermendan wê pirr zor be ku em bandorê li siyaset û partiyên Kurdî bikin. lê em dikarin dengê xwe bighîjînin gelê xwe bandorê li hest û dîtinên vî gelî bikin, çimkî yên ku êş, zor, zehmetiyê dibînin, ew in.”

Bilind Brahîm, Rojavayê Kurdistanê jî ji bîr nekir û got, “Gelê me yê Rojava di van salên dawî xebateke baş kir. Di her warî de keç û lawên Kurd li ser asta cîhanê bûne mînaka herî berz û mezin. Ji bo wê dilê me le cem gelê me yê Rojava ye.”

Hunermenda dengxweş, Yelda Ebasî ya ji Xorasanê jî peyama xwe da û got, “Ez peyamek siyasî nadim, lê dikarim bi zimanê huner bi rengê huner bi nasnameya hunerî bibêjim, wek nan û avê, wek jîn û jiyanê yekîtî ji bo me pêwîst e. Ez dixwazim ku êdî gelê me bi aramî bijî dûrî nakokî û parçebûnê, çimkî em Kurd in tenê yekbûn dikare me nêzî hev bike.”

Di dawî de hunermendan hemûyan got, ruh û kelecana konserê wê bibe wesîleya yekbûna Kurdan.

Yazarın diğer yazıları