Îca bi qanûnan êriş dikin

Bi salane Kurdistan ji aliyê dewletên dagirker vê hatiye parçêkirin û bi revêbirin. Çand, dîrok û hebûna wan tine hatiye hesibandin û hatine înkarkirin. Tirkî, Îran, Sûrî û Iraqê siyaseta xwe ya asîmlasyonê bi her hawayî dane meşandin û hebûna xwe ya reng a înkarker li ser civakê ferz kirine. Li  kurdîstanê, bi sedan komkujiyên fîzîkî, psîkolojîk, siyasî û civakî li dijî gelan ji aliyê sîsteman ve hatine meşandin. Hêzên hegemon ji dîrokê heta niha Kurd xistine nava çembera man û nemanê. Di nava vê dîroka bi êş de herî zêde jin û zarok bi bandor bûne. Lê dawiya sadsala bîstan gelê Kurd cara yekê ji bo hebûn û azadiya xwe dest bi têkoşînê kir. Di nava van 40 salan de têkoşîna azadiya gelê kurd li çar aliyên Kurdistan û cîhanê belav bû. Doza Kurdistanê weke têkoşîneke cihî destpê kir; li gelek deveran belav bû û nirxên wê bûn malê cîhanê. Kurd niha li Rojhilata Navîn û cîhanê weke hêzeke sereke tên qabûlkirin.

Li Rojhilata Navîn şerek diqewime û ev şer weke şerê cîhanê yê sêyemîn tê binavkirin. Kurd di vî şerî de bi rolekek girîng radibin. Bêguman ev pozîsyona Kurddan destketî ye û ev bi berdêlên giran hatiye bistxistin. Em rojane dibînin û dişopînin, desthilatdar ji bo tola xwe rakin bi çavkorî û mîna haran êriş dikin. Yên ku herî zêde têkoşîna parastin û hebûnê didin jî jin in. Li cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bexwedaneke mezin û bi nirx ya jinan li dijî êrişên pergala emperyalîst ya mêrê serwer heye. Jin li hemberî kapîtalîzm, nijadperestî, şovenîzm û hilweşîna ekolojîk, têkoşîneke berfireh dimeşînin. Lê pergala ku pênc hezar sal in hebûna xwe li ser tinakirina vîna jinan avakiriye vala nasekine. Bi rê û rêbazên cûda êrişî jinan dike.

Ev êriş li Bakurê Kurdistanê bi destdirêjî, destavêtin, kuştin, windakirin, binçavkirin û derxistina qanûnên li dijî jinan xwe dide der. Dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê bi pêşnûme qanûna ku tecawîzkarên zarokan bikaribin bi riya zewacê bên efûkirin dixwaze rûmeta jinan bişkêne. A rast hikûmetê cara ewil di mijdara 2016’an de pêşnûme biribûn meclîsê lê ji ber nerazîbûnên jinan û raya giştî şûnde hatibû vekişandin. Di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku divê cudahiya temen di navbera zarok û gumanbar de ne di ser 10 salî de be û di rewşa zewacê de jî wê ceza bê taloqkirin. Bi rêya wan qanûnan pêşiya tecawuzkar û kujeran vedikin.

Li herêma Kurdistanê jî bi navê Îslamê hin mela û kesên oldar heqaretê li jinan dikin. Encûmena Bilind a Fetwa ya Yekîtiya Alemên Îslamî ya Herêma Kurdistanê jî li dijî jinan di sala 2019’an de fetwayek derxist. Li gorî fetwayê ‘divê jin bi tena xwe negerin, dernekevin derveyî bajêr û bi tena xwe li erebeyan siwar nebin. Ji ber ku rewşên ne exleqî, sûcên civakî rû didin’. Yanî haya wan ji bê exlaqiya wan tine. Bê exlaqiya herî mezin ew e ku biryaran der barê vîn û jiyana jinan de digrin.

Jinan li hemberî hemû cûre êrişan berxwedaneke mezin nîşan dan û niha pêwîstiya wan bi helwesteke yekgirtî heye. Li Şîlî, dansa Las Tesîs a jinan bi tora enternasyonal a jinan li hemû cîhanê belav bû. Li Sudanê bi deng û pêşengiya jinê stranek hat çêkirin. Li Hindistanê jinan zincîra 620 km ava kirin. Ji bandora van çalakiyan jî diyar dibe ku jin bi têkoşîna yekgirtî dikarin encamên erênî bi destbixin. Bo nimûne beriya çend rojan li Meclîsa Fransayê li dijî şîdeta li ser jinê pêşnûme qanûnek hate qebûlkirin. Li gorî qanûnê ger doktor ji jiyana jinê bi fikar be ku di xeteriyê de ye, dikare ji rayedaran re ragihine. Armanca qanûnê jî ew e ku jiyana jinan bê parastin û pêşî li kuştinên jinan bê girtin. Ji wan minakan jî diyar dibe ku dema têkoşînek hevpar hebe encamên pozîtîf jî dikarin derkevin holê.

Yazarın diğer yazıları