Idlib wê bibe gava pêşî

NAZIM DAŞTAN / MA/QAMIŞLO

Rojnamevan Ersîn Çaksû li ser rewşa li Idlibê bal kişand ser aliyên hasas ên mijarê û got: “Heke dewleta Tirk dest ji Idlibê berde, wê gava ji bo derxistina wê ya ji Efrîn, Bab, Cerablûs, Ezaz, Girê Sipî û Serêkaniyê were avêtin.”

Hêzên Rejîma Sûriyê ji bo rêyên M4 û M5 bixe bin kontrola xwe li dijî Idlibê operasyonan birêve dibe. Di van operasyonên rejîmê de 13 leşkerên Tirkiyê hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bûbûn. Piştî van êrişan Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li rejîma Sûriyê xwaribû û gotibûnê ew ê bi Mutabakata Soçî bi sînor nemînin. Di operasyonê de Rûsya û Îran piştevaniyê dide rejîma Sûriyê û Tirkiyê hişyar dikin. NATO ya ku DYA serê wê dikişîne jî destnîşan kiribû ew ê li cem mutefîkê xwe Tirkiyê cih bigire.

Rojnamevan Ersîn Çaksû yê demek dirêje atmosfer ango bûyerên li herêmê dişopîne,  got: “Di navbera Tirkiyê û Rûsya de di 17’ê îlona 2018’an de peymana Soçî hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê dê ji rojhilat û başûrê Idlibê di navbera 15 û 20 kîlometreyan de komên çekdar bihatana derxistin û dîsa rêya M4 û heta Heleb, Şam û Urdinê rêya M5 bi temamî biketa bi kontrola rejîmê. Yek ji xalên peymanê ew bû ku rêya M4 ku ji Heleb, Idlib, Lazkiye heta Tarsûsê dirêj dibe bikeve bin kontrola rejîmê. Her wiha hatibû diyarkirin ku komên çekdar ên li wir yanî komên radîkal û yên neradîkal ji hev werin cihêkirin. Lê sozên Tirkiyê di vî warî de dabûn bi cihneanîn. Dewleta Tirk ev paşve xist. Ji ber ku dixwest li rojhilatê Sûrî hin deverên di destên gelê kurd de dagir bike. Rejîmê di tebaxa 2019’an de dest bi operasyonan kir. Di meha kanûna 2019’an de rejîmê Han Şeyhûn paş de bi dest xist. Dîsa di meha kanûnê de rejîmê Merek El Nûman jî bi dest xist. Û her bi pêşve çû. Herî dawî rêya M4 û M5 li Seraqib xist bin kontrola xwe û li vir bersivên tund da Tirkiyê. Di vê pêvajoyê de rejîm û Tirkiyê dij hev sekinînin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found