Îmamên MÎT´ê li Elmanyayê

Di Îlona 2015´an de li Eyaleta Hesen û Ren-Westfalen a Bakur 3 Tirk ji ber sîxurtiyê hatin girtin. Yek ji wan jî Muhammed Taha Gergerlioglu bû. Kesê navbirî di dema serokwezaretiya Tayyîp Erdogan de şêwirmendî kiribû.

Paşê saziya Dinayetê ya Tirk jî li sîxurtiya hinek îmaman mikur hat û ev jî bi cemaeta Fethullah Gulen rave kir. Paşê şefê istixbarata Tirk Hakan Fîdan Adara 2017an li Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê lîsteyek 300 kesî da dewleta Tirk û bi vî awayî sîxurên xwe yên rastî veşart. Rojnameya Elman Die Welt jî di vî warî de agahiyên berfireh berhevkirin û xwe spartin çavkaniyên fermî yên dewletê.

Saziya Parastina Destûrê ya Elmanyayê jî der barê xebatên istixbarata Tirk MÎTê de diyar kir ku istixbarata Tirk di xebatên xwe yên li Elmanyayê de derketiye derveyî sînorên destûrî û li dijî dijberên Erdogan xebat kirine.

Yazarın diğer yazıları

    None Found