Îmana berîkê kuştina wîjdanê ye

Mirovên herî çavtêr mirovên belengaz in, dema zikê wan têr be, ‘şukir’ dibêjin û li zêdehiyê nagerin. Dibe ji wê be, di nava gel de gotina: ‘Bila zik bel be, qe jî tijî pel û mel be!’ rûniştiye. Rojekê di divêtiya diziyê de jî bimêne, tenê ji bo ziktêrkirinê dike, ne bi armanca şêlandinê. Dibe ji vê rastiya jiyana wan be, bi merhemet in, xwedan wîjdan in.

Dema kesek, malek, komek, partiyek, hêzek yan jî dewletek ji pêdiviyên xwe zêdetir heyiyê bi dest bixe û fêrê zêdeyiyê bibe, ew ji bin ve diguhere. Her hewl dide ku vê sermayê hê zêdetir bike. Çendî zêde bû, ewqas azwere zêdekirinê dibe. Dixwaze hemû heyiyan bigire bin kontrola xwe. Ji bo vê bi her awayî dikeve nava şer.

Eger ew dewlemendî li ser bingehên şêlandin, talan, dizî, keda kes û komên din bi dest xistibe, di vê pêvajoya zengînbûnê de tirs jî wekî saweke mirinê li giyana wî/ê digere. Bi taybetî jî tirsa ku wê xwediyên kedê, kesên heyiyên wan hatî talankirin têkeve pêsîra wan, cardin wendakirina wê dewlemendiya ku bê maf bi destxistî lê digere, ev hest lê dibe wek nexweşiyeke kronîk. Çi qas bi şêlandinê zengîn be, tirsa wendakirinê jî, ewqas lê mezin dibe. Mezinbûna tirsê û azweriya şêlandinê di pêvajoya salan de wîjdan, merhemet û hestên mirovbûnê dikuje. Ev mezinbûna tirsê, kuştina wîjdanê û merhemetê; her diçe kes, malbat, kom, hêz û dewletan diguhezîne cinawiran. Ew cinawir êdî mirovan dixwe, dihêre.

Ji ber ku meriv, jiyana berê û nijada kes, kom û malbatên wiha rastiya wan a berê û wê azweriya şêlandinê tîne bîra wan, ew ji wê bingehê xwe nefret dikin. Lema dibêjin; ‘gava mirov kesekî têke celat, ew berê serê bavê xwe jêdike!’ Ew xwe tenê li gel kesên wekî xwe, yan jî ji xwe mezintir û sextekartir bextewar hîs dikin. Tew naxwazin behsa têkiliyên wan ên berê û nijada wan were kirin.

Li gel wê, gava dibîne ku, şêlaf pir in, dikane ji bo parastina xwe û heyiya bidestxistî kesan bi pereyan bide xebitandin, yan jî wek dîwarê parastinê bikarbîne, hêviya xwe bi kotekê ve girê dide. Di vê pêvajoyê de heman demê di bîra wan de fikra; ‘mirov dikane bi pereyan her tiştî, her kesî bikire û bifiroşe“ rûdine. Di pêvajoya salan de êdî ji bo wî, wê, wan her tişt dibe pere, êdî di cihana wan de mirovî dimire, yan ji dibe alaveke kirîn û firotinê.

Eger ew li ser çavkaniyên heyî û dewlemendiyên kom, gel û welatekî rûniştibe, ji bo ku bikane xwe , malbata xwe bigire nava ewlehiyê, wê tirsa bêbav piçek jî be, hinek bitepisîne, hewl dide ku tevahiya desthilatiya herêm, welat û dewletê bigire bin kontrola xwe. Di vê pêvajoyê de ji bo xapandinê hemû bawerî û îdeolojiyên heyî bikartîne. Her kes, kom û derdorên bikane rastiya wan li ber çavan raxîne û her tiştî ji wan bistîne, wek dijmin, derdorên heri xirab, bêdîn ango kafir, hedefên divê were rakirin nîşan didin. Bi hemû hêz û kanîna xwe, şelaf û trolerên xwe hewl dide ku wan vala derxîne, yan jî ji holê rake. 

Ji bo kesên bi vî awayî, hemû rê û rêbazên civakî, normên camêrî, zagon û bingehên dadwerî, saziyên demokratîk talûke ne. Berê xwe bi kotekê didin van diyarde û pergalên ku di bîra civakê de cih girtî. Hemû zagonan dide aliyekê, saziya dadê diguhezîne cihê fermana xwe û daxwaziyên xwe pejirandindayînê, heyet yan jî parlamentoyan dide girtinê. Têkiliyên derve, pêve girêdayî dîplomasî jî di pararêle vê de tên xitimandin, yan jî bi fermana berjewendiyên wan kes û welatan tê ruxandin.

Di vê pêvajoya dawiyê de ji bo bêdengkirina civakê û gel, berî dide şerê di nava xwe de, şerê bi welatên cîran re, şerê ku bikane hestên nijadperestî, olî û eşîrî gurr bike. Ev li Rojhilata Navîn xwe diguhezîne rengê îslamo – faşîst.

Dema mirov çîroka RTE – AKP  binêre, mirov tevahiya vê şirove, yan jî analîzê dibîne. Xwerû jî çîroka Malbata RTE. Li Başûrê welat jî çîroka malbata Barzaniyan bi tevehî li ser vê bingehî ye. Parlamento hetiye, girtin, dad li ser lêva Barzaniyan e, dijmin hemû derdorên azadîxwaz û demokrasîxwaz in, Xwerû jî xeta Tevgera Azadî ye.

Bi hêviya her Kurd bikane di rastiya vê çarçoveyê de li mijara Barzaniyan û RTE binêre û li ser wê bingehê binirxîne…

Yazarın diğer yazıları