Îran; bîra kûr a mirina demokrasiyê

Îran bîra kûr ya mirina tevgerên çep û rêxistinên netewên cur be cur e. Di bîranînên keskekî nêzî Xumeynî de ku paşê reviya Ewropa û gelek tişt eşkere kir tê gotin: “Ez mirovek normal û dukana min hebû, di dema şah de melayan ez birêxistin kirim û heta min çavê xwe vekir li Lîbya û Sûriyê perwerdeya kuştin û darvekirina mirovan dibînim. Piştî wan perwerdeyan çûme gel Xumeynî li Parîsê. Wî ji min re got: ‘Tu ji bo ku li welatê me çûka demokrasî û azadiyê di bin navê tevgerên komonîst û sosyalîst de nefirin, li virî’ û min ji bo parastina canê xwe gelek senaryoyên Xumeynî û Amerîka li pişt perdê veşart heta roja îro.” 

Ji gotinên Hisên Brûcêrdî derdikeve holê ku di serî de Xumeynî ji bo bêdengkirina tevgerên demokratîk û azadî xwaz di Îranê de hatiye amadekirin. Ji xwe beriya wê jî ango di dema Mihemed Riza Şah de jî rêxistina îstixbaretî ya SAVAK bû bîra bê binî ya mirovên azadîxwaz. Ji kiryarên li dijî partiya herî mezin a çep a wê demê Tûde bigire heta tevgera azadiya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di her serdemê de bi gotina Şah û Xumeynî tevgeriyane. 

Tevnên tarî û avakirina rêxistinên cur be cur di bin navê parastina destkeftiyên qaşo şereşê de yek ji kar û berhemên qirêj ên hikûmetên Îranê bûye. Van rêxistinên tarî her dehê salan xwe bi navê cur be cur pênase kiriye û heta roja me ya îro hatiye. Gelek saziyên perwerde, ragihandin, saziyên çand û hunerê raste rast ji aliyên wan nezanan ve têne birêvebirin ku di dema Xatemî de dema ser malan digirtin û gelek kes binçav dikirin, li şûna keysa kamputerê monîtora wê bixwe re dibirin. 

Komek ji melayên nezan tenê bi aqilê paşverû û dijî jin, ciwan û tevahiya civakê li ser çand û mîrateya giranbuha ya hezarê salan hikum dikirin û dikin. Îran dema xwestiye ew hêzên ku bêhnek ji mirovahiyê nebirine, bi awayekî herî hovane li hember mirovên azadîxwaz bikar aniye. Tê bîra min dapîra min ji me re behsa rojekê dikir ku dema serê sibê ji xewê radibin, di gund de zilamek namîne, yên revîne û xwe xelas kirine yan jî hatin girtin û çûne ber sêdarê!

Di van demên dawî de bûyerek sosret eşkere bû ku asta hovîtiya rejîma Îranê derxiste holê.  Li bajarê Qezvînê ku bajarekî ser bi Tehranê ye komek keç û kur ji bo pîknîkê bi otobusan diçin ji xwe re bigerin. Gelek caran di wê rêyê de maşînên ciwanan derbas bûye. Hinek hêzên ku hêjî dewlet wan diparêze û nehatine cezakirin, kemîn daydinin pêşiya ciwanan. Mêran bi daran ve girê didin û li pêş çavê wan dest davêjin jinan û tê gotin hinek jin hatine înfazkirin jî. Rojnameyek li Îranê çend roj berê niha ev bûyer eşkere kir û bû rojev. Lê belê hemû sazî û dezgehên qaşo dadwerî û ragihandinê ketin nava liv û tevgerê ji bo ku serê bûyerê bigirin. Gef li wê rojnameyê û gelek ragihandinên din xwarin. Lê gel fam kir ku ev hêzên Besîc û Hizbullah in. Ji ber ku bûyerê bi vî rengî salên berê jî ji aliyê Besîcan ve hatiye kirin. Hêzên tarî yên rejîmê berpirsyare her cure liv û tevgerên civakî, siyasî û demokratîk tine  û ji holê rake. Rejîm bi salane bi hêzên demokratîk û bi taybet xwînê diverişîne. Herwiha di van demên dawî de bîlancoya bikaranîn madeyên hişber di nav jin û ciwanan de gelekî zêde bûye. Rejîm dixwaze potansiyela dînamîk a civakê nivîşkan bike û li erdê li pey xwe bixirikîne. Ji bo ku muhtacî xwe bike û çawa dilê wê dixwaze siyaseta xwe ya qirêj li ser bide ferzkirin. Niha gelek navendên Besîcan ji kesên bê bav û dayik yan jî kesên ku madeyên hişber bikar anîne, ji mala xwe revîne pêk tên. Di encama siyaseta Sîxe ango zewaca demkî de bi hezaran zarokên bêxwedî têne dinyayê û hemû di saziyên girêdayî rejîmê de tên mezinkirin û paşê dikevin xizmeta rejîmê. 

Yazarın diğer yazıları