Îran dixwaze jina Kurd darve bike!

Rejîma Îslamî ya Îranê ku di her aliyekî de rewatî dide her cûre pêkanîn cinsiyetperest, dest avêtinê yên li hember jinan, cezayê darvekirinê li jinên ku xwe li hember êrîşên cinsî diparêzin, dibirre. Mûhiyet Mehmûdiya ku xwe li dijî êrîşa dest avêtinê ya zilamekî parast bi metirsiya darve kirinê re rû bi rû ye.

Li gorî nûçeyeke Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, berpirsên zîndana Ûrmiyê bi telefonê pêwendî li gel malbata Mûhiyet Mehmûdî kirine û ji malbatê re ragihandine ku eger ew pereyê zilamê ku ji aliyê keça wan ve hatiye kuştin, nedin ewê keça wan darve bikin.  

Rejîma Îranê her wisa gef li malbata Mehmûdî jî xwariye ku eger pereyê xwîna ew kesê ji aliyê Mûhiyet Mehmûdî ve hatiye kûştin, nedin ewê wê ya di demeke nêz de darve bikin.

 Qanûnên wan mêrperest in

Jina Kurd Mûhiyet Mehmûdî xelkê gundê Surmawa ya ser bi bajarê Ûrmiyê ye. Di sala 2000’an de bi sûcê kuştina zilamekî ku xwestibû dest biavêjiyê hatibû binçavkirin. Piştre dadgeha rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê birrî. Mehmûdî ev 17 sale di girtîgeha Ûrmiyê de diraze.

Rejîma Îranê jî di van rojên derbasbûyî de bi rêya telefonê gef li malbata Mûhiyet Mehmûdî xwar. Eger malbata Mehmûdî 265 hezar dolaran di berdêla kuştina ew zilamê tecawizkar de nedin, cezayê wê yê darvekirinê wê pêk bînin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku gelek jin ji ber xwe li dijî êrîşên cinsî ê diparêzin ji aliyê qanûnên cinsiyetperest ên dewletan ve cezayên herî giran dixwin. Li Îranê Reyhane Cebarî û li Pakîstanê jî jineke ciwan a navê wê ne hate zanîn, ji ber xwestin xwe biparêzin cezayên girtin û darvekirinê xwaribûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found