Îran her diteqe

Di 8’ê Çile de balafira rêwiyan a Ukranyayê ya ku ji Tehranê ber bi paytexta Ukranyayê Kîevê ve diçû kete xwarê û di encamê de 176 kesan jiyana xwe ji dest da. Di destpêkê de Îranê red dikir ku balafir hatibe xistin, lê piştî zextên navneteweyî Fermendariya Artêşa Îranê eşkere kir ku bi şaşî balafir bi fuzeya wan hatiye xistin. Piştî ku Artêşa Îranê berpirstiya xistina balafirê li xwe girt, şeva din xwepêşandanan destpê kir.

Xwendekarên Zanîngeha Emîr Kebîr li hewşa zanîngehê li dijî xistina balafirê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwendekaran daxwaz kirin ku berpirsên xistina balafirê werin cezakirin. Piştî ku hêzên dewletê hatin, xwepêşanderan dijî rêveberiya Îranê û Artêşa Îranê ku weke berpirsê xistina balafirê dibinin dirûşme gotin.

Bi destwerdana hêzên dewletê re xwendekar di nava zanîngehê de dorpêç kirin. Xwendekaran daxwaza alîkariyê û hewarê ji xelkê kir. Piştî vê bûyerê li çend zanîngehên din jî xwepêşandanan destpê kir û gel jî daket qadan. Piştî ku gel dakete qadan û kolan hatin girtin, hêzên dewletê bi ava şid û gaza îsotê êrişî xwepêşanderan kir.

Bi belavbûna nûçeya destpêkirina xwepêşandanan re li Îsfehan, Hemedan, Şîraz û Meşhedê xwepêşandanan destpê kir û xwepêşandanan doh jî dewam kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found