Îranê 4 Kurd bidarve kirin

Rêxistina Hengaw a Mafê Mirov ragihand ku rejima Îranê çar welatiyên Kurd bi îdiaya ku destê wan di kuştinê de hebû, bidarve kir.

Rêxistina Hengaw a Mafê Mirov ragihand ku li gorî zanyariyên bi destê wan ketî, vê sibehê rejima Îranê çar welatiyên Kurd li Girtîgeha Navendî ya Urmiye bidarve kirine.

Navê kesên ku hatine bidarvekirin wiha ne; Hêmin Benawend xelkê Pîranşar, Mehmud Xalidî, Cehfer Mihemed û Mihemed Arif Necefyan.

Her çar welatî bi sûcê ku destê wan di kuştinê de heye, hatibûn girtin. Ji aliyê dadgehê ve hikmê girtîgehê li wan hatibûn birîn.

 NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found