Îranê êriş kir

Piştî ku Emerîkayê generalê Îranê Qasim Silêmanî kuşt, tansiyona li herêmê gelekî bilind bû û îhtîmala şerekî mezin ket rojevê.

Îranê şeva din bi armanca tolhildana Qasim Silêmanî bi fuzeyên menzîl kin êriş bire ser baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê.

Piştî êrişê daxuyaniyên Îran û Emerîkayê zêde hişk xuya nakin, daxwaza şerekî tine ye; gefan li hev dixwin, lê rewşeke nediyar jî heye.

Piştî ku Emerîkayê generalê Îranê Qasim Silêmanî kuşt bi 5 rojan rejîma Îranê 20 fuze avêtin baregehên Emerîkayê yên li Iraqê. Li gorî Îranê 80 kes hatine kuştin.

Îranê nîvê şevê bi fuzeyên menzîl kin êriş bir ser baregehên Emerîkayê yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê. Îranê ev êriş bi armanca tolhildana Qasim Silêmanî kir.

Yek ji baregehên Emerîkayê yên Îranê êriş bire ser baregeha hewayî ya Eyn el Esed a li rojavayê Iraqê bû. Tê gotin di êrişê de herî kêm 10 fuze li hedefê ketine.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê de jî hate ragihandin ku êrişa li dijî baregehê bi armanca tolhildana Qasim Silêmanî ye. Di nûçeyê de ku agahiyên xwe dispêre rayedarên dewletê yên Îranê, gef hate xwarin ku di êrişêke gengaz a DYE’yê de wê ‘bersiveke hîn bêhtir hilweşîner’ bê dayin.

Pentagonê 12 fuze qebûl kirin

Wezareta Parastinê ya DYE’yê jî li ser êrişê ragihand, Îranê bi zêdeyî 12 fuzeyên balîstîk li baregehên el Esed û Hewlêrê yên li Iraqê xistiye. Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Eşkere ye ku ev fuze ji Îranê hatine avêtin û hedefa wan jî baregehên El Esed û Erbîlê bûn ku leşkerên DYE û koalîsyonê lê ne. Em hewl didin xisara destpêkê tesbît bikin. Pentagonê li dijî êrişên gengaz ên Îranê tedbîr hemû wergirt û her du baregeh jî li dijî êrişeke gengaz a Îranê hatibûn amadekirin.”

Kêfa Trump kêfa gurê pîr e

Serokê DYE’yê Donald Trûmp li ser twîtterê fikra xwe ya pêşî anî ziman û got, ‘’Heta niha her tişt di rêya xwe de ye’’, û êriş piştrast kir û diyar kir ku niha ziyanê tesbît dikin.

Senatorê Komarparêz Lîndsey Graham jî ji Fox Newsê re axivî û got, ‘’Ev ragihandina şer e’’ û got, ‘’Serokê Emerîkayê ji bo ku bersivê bide xwedî hemû rayeyên hewce ye’’.

Senatora Demokratan Elîzabeth Wrren, ku di nav demokratan de bernamzeta seroktiyê ye, bang kir ku rageşiya li Rojihilata Navîn were kêmkirin û got, ‘’Emerîkî bi Îranê re şer naxwazin.’’

Zarîf: Em naxwazin rageşî mezin bibe

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf li ser twîtterê êriş di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî de NY şîrove kir.

Zarîf got, ‘’Îranê li gorî xala 51’ê ya Neteweyên Yekbûyî, baregehek ku jê li dijî welatiyen me û karmendên me yên bi payebilind bi  êrişeke çekdarî pêk anîbû, kire hedef û di çarçoweya parastina rewa de, tevdîrên bipîvan stand û bi encam kir’’. Zarîf got ew naxwazin ku rageşiyê zêde bikin an jî ew şer naxwazin.

Xamaney xwest Emerîka ji herêmê derkeve

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî got, dibe ku Emerîkiyan ‘Milên Silêmanî’ jê kirin, lê belê Îran wê ‘lingê’ Emerîka yê li herêmê jê bike û bi vî rengî bersivê bide.

Lîderê olî yê Îranê Xamaney jî anî ziman ku wan sîle li rûyê Emerîkiyan xistine. Xamaney anî ziman ku hebûna Emerîkiyan li herêmê ‘çavkaniya nelirêtiyê’ ye û got, divê Emerîkî ji herêmê derkevin. Xameney got, “Dijmin Emerîka ye, Îsraîl e, sîstema pozbilind e.”

Xamaney ku bi gotina ‘Sîstema pozbilind’ bal kişand ser cîhana rojavayî, girêdana xwe ya bi bernameya nukleerê careke din destnîşan kir. Li gorî Xamaney destberdana ji bernameya nukleerî wê rê li ber serweriya Emerîkiyan veke.

Li Tehranê kêfxweşî

Televizyona dewletê ya Îranê îdîa kir di êrîşan de bi kêmî 80 ‘’terorîstên Emerîkî’’ hatine kuştin û ev agahiya xwe sparte ser jêderke Zêrevanên Şoreşê. Heman jêderê diya kir heke DYE bersivê bide wê li herêmê 100 cihî dî jî bikin hedef.

Piştî ku Îranê di şeva Sêşem û Çarşemê de li du baregehên Emerîkî yên li Iraqê xist, li Tehranê xwepêşandanên kêfxweşiyê hatin kirin. Ji sibehê ve gelek kesî bi alên Îranê û posterên Qasim Silêmanî xwepêşandan kirin.

Iraq dibêje kes nemiriye

Li aliyê din, Artêşa Iraqê jî li ser êrişê daxuyanî û anî ziman ku di êrişê de 17 fuze li dijî baregeha li Eyn El Esed a li Wilayeta Enbarê û 5 fuze jî li dijî baregeha li Hewlêrê hatine bikaranîn. Di êriş de kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Jixwe rayedarên Emerîkayê jî di daxuyaniya xwe de dibêjin, em ji bo êrişeke bi vî rengî bi tevdîr bûn. Îran jî îddîa dike ku 80 kes hatine kuştin. Ev daxuyanî jî rewşê nediyar dikin.

NAVENDANÛÇEYAN


Rêveberiya Başûr li ser êrişê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî anî ziman ku ew hewldidin Herêma Kurdistanê tevlî pirsgirêkên niha li Iraqê nebin.

Li Hewlêrê Seroka Parlamentoyê, Serwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê têkildarî rewşa Îranê û geşedanên dawî yên li Iraqê civiyan. Piştî civînê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek çapemeniyê da.

Barzanî got; “Em welatiyên Herêma Kurdistanê piştras dikin ku hewldanên me hemû ji bo wê ne ku Herêma Kurdistanê ji pirsgirêkên niha yên Iraqê dûr bihêlin.”


Baregehên Emerîka yên bûn hedef li ku ne?

Li Hewlêr û Dihokê hêzên Emerîka 2 baregehên xwe hene. Yek ji navçeya Herîr 30 kîlometreyan ji Hewlêrê dûre. Ya din jî li navçeya Berdereş a ser bi Dihokê ye. Li gorî zanyariyan fuzeyên Îranê, ji aliyê sîstema fuzeşikênan ve hatine bêbandorkirin û li cihê vala ketine xwarê.

Çavkaniyek li nêzî bûyerê ji Rojnews’ê re eşkere kir ku fuzeyên Îranê avêtine Baregeha Herîrê, li gundê Seydan a parêzgeha Hewlêrê ketine xwarê. Cih deşt e, û ziyana madî û canî çênebûye.

Herwiha li dijî Baregeha Berdereşê ji êriş pêk hatiye. Fuze 5 kîlometeyan dûrî baregehê ketiye xwarê. Herwiha 2 kîlometreyan dûrî navçeyê ye. Lewma ti ziyana canî çênebûye.

Herwiha hate gotin, bi giştî 17 fuze li baregeha Eyn Esed hatiye xistin. Lê 2 ji fuzeyan neteqiyane.

ROJNEWS/HEWLÊR

Yazarın diğer yazıları

    None Found