Îranê kolberek din qetil kir

Li herêma sînor a parêzgeha Urmiyeyê hêzên rejîma Îranê kolberekî din qetil kir.

Li gorî Kolbernewsê, doh hêzên eskerî yên Îranê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de li herêma sînor a bajarê Xoy a ser bi parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, êrişî komeke kolberan kir. Di encama êrişê de kolberek hate kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, kolberê jiyana xwe ji dest dayî, Behan Rewşenî yê 24 salî ye û xelkê gundê Bilsurî Xwarû ya ser bi bajarê Xoyê ye.

Herwiha li herêma Tete ya Hewramanê jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve  kolberek hate birîndarkirin û barê kolberan hat talankirin. Ji cejna Newrozê ve, di encama gulebarana hêzên Îranê de du kolber hatine kuştin û 7 ji birîdar bûne. 

 URMIYE

Yazarın diğer yazıları

    None Found