Îranê sivîlek kuşt û 3 birîndar bûn

Rejîma Îranê gundên Telan, Şikene û Malê Mela yên herêma Biradost a ser bi Hewlêrê topbaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, li gundê Telan topek li ber malekê ketiye. Di encamê de ji heman malbatê sivîlek şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê di van demê dawî de dest bi topbarankirina herêma Balekayetî jî kiriye. Top li nêzî koçer û sivîlên li gundan dikevin. Deverên ku tên topbarankirin, gundê Alan a ser bi bajarokê Çoman, Kendeşîn, Berdesoran, Binarê Çixê Derê, Gomê Çiledar ên herêma gundên Gunderoj û binarê çiyayê Helgurt yên ser bi herêma Balekayetîne. Ji ber tirsa topbaranê, koçer û cotyarên herêmê ji herêmê derketin. 

 BRADOST

Yazarın diğer yazıları

    None Found