Îro bi hezaran Vedat Aydinê me hene

Endam, rêveber û parlamenterên HDP’ê, Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ê 28 sal berê ji alî dewleta Tirk ve hat kuştin, li ser gora wî bi bîr anî.

Li ser gora Vedat Aydin Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, axivî û got: “Dewletê Vedat Aydin kuşt lê îroroj bi hezaran Vedat Aydin hene. Îro bi milyonan mirov ji bo aştî, demokrasiyê di rêya Vedat Aydin de dimeşin. Vedat Aydin nemiriye.” Birayê Vedat Aydin, Veysi Aydin, got tevî ku 28 sal di ser kuştina wî re bihuriye hêj kujerê wî nehatiye dîtin.

Cenazê wî li Madenê hatibû dîtin

Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 28 sal berê di 5’ê Tîrmeha 1991’an de ji malê hat revandin û di 7’ê Tîrmehê de cenazeyê wî li Navçeya Madenê ya Xarpêtê hat dîtin.

AMED

Yazarın diğer yazıları

    None Found