Îro tahnan didim xwe

Ji mêj e, li Elmanyayê dibistanên taybet ên bi Tirkî hene. Û îro ji bo tahnan bidim xwe, bidim me Kurdan ez ê jî hinekî behsa wan bikim. Lewma teşwîqê ileh ez ê bikim, lê tahnan nedim xwe, wê teşwîqa min kêm bimîne.

Ji ber wê ez bibêjim, hebûna Kurdan li Elmanyayê hema hema bi qasî ya Tirkan kevin e. Jixwe piştî erdheja Gimgimê ya sala 1966´an, dewleta Tirk bi siyaseteke taybet ya avanekirinê, kir ku ji vê navçeyê hejmareke zêde ya xelkê Kurd koçberî Elmanyayê bibe lê ne weke penaber weke karker. Hineke din jî ketin ber vê koçberiyê. Ew jî ji navçeya Erziromê Xinûsê bûn. Beriya erdheja 1966´an bi 20 salan erdhejeke din li Xinûs û Gimgimê dabû. Dewleta Tirk a dagirker hingê jî ev herdu navçe di bin nîrê zilma xwe de hiştibin jî, xwe ji wan re nekir dewlet û tenê kir dagirker. Ji ber avanekirinê û cihêkariya dewleta Tirk, ji Xinûsê jî bi hezaran kes koçberî Elmanyayê bûn. Axir heger ji Tirkiyeyê 4 kes hatibin Elmanyayê, ji wan çaran herî kêm 1 Kurd e, û heta belkî ji sisiyan jî 1 Kurd be.

Tevî ku dewleteke wan a xurt heye, tevî ku zimanê wan bi ti awayî ne bi tehlûkeyan re rûbirû ye jî dersên Tirkî li dibistanan misoger kirin, bi ser de jî li eyaletan ev ders bi xwe organîze nekirin, mamoste wezîfedarkirin û meaşên wan dan (weke li Bayernê). Lê vê jî têrî civaka Tirk li Elmanyayê nekir. Mesela dibistana tevahiya rojê “Dialog-Gymnasium” a li Kolnê, dibistaneke navîn û amadehî (lîse) ya bi Tirkî ye. Komeleya Türkisch-Deutsche Akademikerbund (Komeleya Hevgirtina Akademîsyenên Tirk-Elman – TDAB) ev dibistan vekiriye. Dibistan fermî ji aliyê dewleta Elman ve tê qebûlkirin û dîplomayên wê jî ji ber vê di hemû astan de tên qebûlkirin. Li Berlînê jî dibistaneke bi Tirkî heye, (Tüdesb-Schule), li Bad Cannstattê jî (Bil-Schule), li Mannheim (Sema-Schule) û Hannoverê jî.

Belkî hûn bibêjin ne pirr in, lê ev yên ku ez bi ser wan ve bûm, hejmar ji vê pirr zêdetir e. Ha bi ser de jî planeke par ketî dewrê ya Enqerê ya bi navê “Anatolien-Wochenendschulenprojekt / Projeya Dibistanên Dawiya Hefteyan a Anatolyayê”.  Dewleta Tirk vê projeyê bi xwe bi rê ve dibe da ku ew ên naçin dibistanên Tirkî jî karibin li gorî îdeolojî û zimanê wê perwerde bibin. Bi qasî ku diyar e, ev proje tevî ku ji Enqerê ji bo salekê pêşî hat fînansekirin, wê demdirêj jî bê fînansekirin.

Jixwe ew dibistanên tevgera Gulen ên li Elmanyayê çendek hatibin girtin jî şûna wan bi bêhtir dibistanên Tirkî hat dagirtin.

Çima bi Kurdî jî dibistan çênebin! Çima zarokên Kurd mufredata ku qismî be jî dikare azad bê diyarkirin, bi Kurdî nexwînin! Jixwe heger karibe bi pedagojiyeke çêtir jî xwe bide qebûlkirin, ne tenê zarokên Kurd, zarokên din jî wê xwe li van dibistanên taybet qeyd bikin. Belkî her kes zarokên xwe neşîne û belkî jî nikaribe bişîne van dibistanan, lê hejmara malbatên Kurd hema hema li hemû bajarên mezin ên Elmanyayê yên weke Berlîn, Hamburg, Frankfurt, Koln, Hannover û yên din têrê dike ku înîsiyatîfên bi vî rengî dest pê bikin. Mesela komeleyên damezrandina van dibistanan çêbin wê bibe destpêkek. Hingê ev komele û kesên di wan de çalak wê li rê û rêbazên herî baş ên damezrandina van dibistanan bigerin. Ew ê serê xwe pê biêşînin. Bi ser de jî heger mamosteyên Kurd ên li elmanya tevlî vê înîsiyatîfê bibin, ew dibe ku ji bo xwe jî cihekî kar, mekanekî kar ê Kurdî çêkin. Çima na!

Yazarın diğer yazıları