Îstifakirina serokwezîrê Iraqê û Kurd

DANA OMER / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Îstifaya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi piraniya dengan ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hate pejirandin. Endamê Lijneya Sererastkirina Destûra Iraqê û Serokê Koma Tevgera Goran ya li Parlametoya Iraqê Dr. Yusif Mihemed li ser bandora îstifakirina Adil Ebdulmehdî a li ser peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de axivî û got, wê îstifaya serokwezîrê Iraqê bandorê li ser peywendiyên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê bike. Herwiha da zanîn ku divê Kurd lihevkirina navbera Bexda û herêmê de bi hikumeta nû re îmze bikin, ji ber piştî hikumeta demkî, hikumeta nû dikare wê lihevkirinê nasneke. Yusif destnîşan kir ku ger Kurd bi awayekî rêkûpêk neçin proseya sererastkirina destûrê, wê metirsî li ser madeya 140’an jî hebe.

Di 15’ê Tîrmehê de li Iraqê dijî nebûna xizmet û derfetê kar xwepêşandanan destpêkirin. Piştre jî di xwepêşandanan de hat xwestin serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îstifa bike û hikumet were hilweşandin. Di xwepêşandanên Iraqê de zêdetirî 400 kes hatin kuştin û zêdetirî 17 hezar kes jî birîndarbûn. Li ser zextên xwepêşandêran û rêberê bilind yê Şuiyan Elî Sîstanî, serokwezîrê Iraqê Adil Edulmehdî di 29’Ê Mijdarê de îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir. Parlamentoya Iraqê jî pêr bi piraniya dengan îstifaya serokwezîrê Iraqê pejirand.

Adil Ebdulmehdî weke dostê Kurdan tê nasîn û di dema serokatiya Meclîsa Wezîran de jî li hemberî Kurdan gelek nerm tevdigeriya. Karê herî diyar yê ji bo Kurdan kirî jî, şandina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bû.

Yazarın diğer yazıları

    None Found