Îstîxbarata NRW´ê hetikî

Îstîxbarata eyaleta Westfalya Bakurê Renê (NRW) ya sala 2018´an herçî tevgera rizgariyê ya Kurd e, bi agahiyên şaş û îdîayên ecêb, xwe hetikand. Raporê îdîa kir ku PKK´ê di çarçoveya “cudaxwaziyê” de li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê kiriye. Axir heman rapor bi agahiyên bêhtir berbiheve nîşan dide ku îstîxbarat Tirk li eyaletê karekî mezin ê sîxuriyê dimeşîne, lê Îstîxbarata Elman dîsa jî enerjiya xwe li krîmînalîzekirina Kurdan xerc dike.

Rêxistina ku qaşo ji bo “Parastina Destûra Bingehîn” e li Eyaleta NRW´ê ya Elmanyayê, pêr rapora xwe ya sala 2018´an eşkere kir. Wezîrê Karên Hundir ê NRW´yê Herbert Reul rapor eşkere kir. Rapor karên rêxistina îstîxbarata Tirk MÎT’ê û rejîma Erdogan li NRW´yê jî dinirxîne. Rapor dibêje, NRW ji bo îstîxbarata Tirk yek ji deverên girîng ên operasyonel e.

Raporê got, desthilatdariya AKP´ê ji bo bandorê li welatiyên Tirk ên li eyaletê bike medyayê, mizgeftên DÎTÎB’ê û saziya xwe ya lobî UID´ê bi kar tîne. Li gorî wê MÎT jî bi rengekî neyekser di nava vî karî de ye. Rapor dibêje, Federasyona Komeleyên Tirk ên Demokratîk ên li Elmanyayê (ADUTDF) ya ser bi MHP’ê û rêxistinbûna bi navê Mîllî Gorûş ji sala 2018’an ve tên şopandin.

Rapor wê tesbîtê jî dike ku MÎT ji bilî karên sîxuriyê yên li dijî mixalifên ji Tirkiyeyê, hewl dide bandorê li civaka li Elmanyayê ya ji Tirkiyeyê bike û bandorê li îradeya siyasî ya Elman bike.

PKK´ê referandûma Başûr kiriye!?

Piştî van tesbîtan, mirov li bendê ye ku îstîxbarat serê xwe bi vî karî biêşîne û berjewendiyên welatiyên xwe biparêze. Lê li şûna vê, ew bi agahiyên şaş û derew tevgera Kurd û Kurdên li Elmanyayê dike hedef. Rapor ji bo PKK´ê dibêje, “PKK, îro di bin navê Kongra-Gel de dixebite, serê pêşî doza wê dewleteke neteweyî ya Kurd bû ku diviya li ser erdên Başûrrojhilatê Anadolê (Tirkiye), bakurê Iraqê, hin qismên rojavayê Îranê, li deverên bakur ên Sûriyê ava bibe. PKK çi qasî îdîa bike ku wê dev ji van armancên xwe yên cudaxwaz berdaye jî, hîna jî yekîtiya Kurdan a ji sînoran û wê de li Rojhilata Navîn dixwaze. Di çarçoveya van hewldanan de Îlona 2017´an ji bo Kurdistaneke azad referandûmek bi rê ve bir.”

Ji serî heta binî ev agahiyên şaş û derew hatine bikaranîn ji bo reşkirina tevgera rizgariya Kurd. Lê çima îstîxbarata NRW´ê evqasî eşkere xwe hetikandiye jî bi temamî nayê fêmkirin.

DUSSELDORF 

Yazarın diğer yazıları

    None Found