Îxanet xwe di bin navê pîroz û redîkal de vedişêre

Îxanet şikandina bawerî, dilsozî, hevaltî, doz û hevrabûnê ye. Pişta xwe di rastiyên xwe, kom, gel û doza xwe ya ku bi peyman pê ve girêdayî ye de kirine. Di vê dema me de rengê wê guheriye. Ye ku dikeve vê pozîsyonê, li gel hinek boneyan xwe di paş gelek nav û rengdêran de vedişêre. Hewl dide ku îxaneta xwe wek rastiyek yan jî divêtiyekê, wek xet û têgihîştineke, heta wek mafdar bide pejirandin.

Cerdewan (korucu) ne bi navê doza gel û welatê xwe birêketine, lewma jî ew ji îxanetê bêtir, der û dorên lejyoner in, ango leşker yan jî polêsên bi pere ne. Bi zimanekî hê rastir ew hêzên paramîlîter ên ku rasterast bi artêş û hêzên asayişa 0

Îxaneta nava Kurdan bigiranî tim xwe di paş hin nav yan jî têgînên redîkal, pîroz, mezlûm, li gor demê populer û hin boneyan de veşartiye. Dema em li mijara Selhedînî Eyûbî dinêrin (mijara gengeşiyê jî be); wî bi navê “xizmeta dîn” pihn li doza Kurd xistiye û bi navê xîlafeta Ereban tevgeriyaye. Şêx Îdrîsê Betlîsî jî bi navê “yekitiya mîrîtiyan û sûnitiyê” têkilî bi Yavuz Sultan Selîm re daniye. Her çendî Yavuz di heman demê de bi nivîsandina ser kevirê kaniya Mizgefta Pîroz (Ulu camî) nîyeta xwe ya rastîn nîşan jî dabe, vê bala Îdrîsê Betlîsî nekişandiye. Di bingehê xwe de têkiliya Saîdê Nûrsî û Osmaniyan jî di vî rengî de ye. 

Îxaneta di mijara Seîd Beg, Bedirxan û Yêzdan şêr de jî li ser sozên Osmanî û hêviyên redîkal rûdine. Têkiliyên Şex Ubeydûllah, hin eşîr û kesên di dema serhildana Şex Seîd de û îxaneta wan jî di bin nav û rengên cuda de ne. Li Dêrsim û Agiriyê jî ev reng hene.

Ji Tevgera Azadî qetîn û pişta xwe di doza xwe û rêhevalên xwe de kirin jî, bi giranî di bin navên; “azadiya kesî, demokratî, serxwebûn û û de derket pêş. Ev derûdor di bin navên gelek redîkal û pîroz de ketine nava têkiliyên gelek xirab, lê alavên manîpulasyonê bi alîkariya hin derdoran pir baş bikartînin.

Mînakek balkêş e, ew kesê nexweşê ser heftê û pîncan re jî bi pirtûka “şoreşgerî yan terorîzm” rengê xwe li Ewrûpê nîşan da ku karê doza Kurd qedexe û terorîzekirinê hêsantir bike. Di heman demê de ji bo rûçikê xwe yê rast veşartinê “şoreşgerbûn, şareza û demoqratbûnê” derxist pêş. Di encamê de li Enqerê di bin çengê AKP’ê de danî.

Piraniya kom û komikên salên heftêyî têkçûn. Yên man jî li ser bingehê dijminahiya Tevgera Azadî hatin rêorganîzekirin û xistin pozîsyona zimanekî redîkal. Her çendî wan derdoran jî di nava çarçoveya yasayên Tirkiyê de qaşo hin partiyên legal damezirandine, ji bo Kurd û Kurdistanê ji mirîşka dagirkeran re jî kiş negotine; heta di serhildanên bajaran de ji bo piştgiriya dewleta dagirker bi aşîkarî berxwidêr tewanbar kirin û ketin bin çengê AKP’ê, bi gotineke din di nava îxanetê de ne jî, vê îxaneta xwe di bin navên, yan jî peyvên redîkal wek kurdewar, kurdistanî, serxwebûn de vedişêrin.

Li Başûr li piştî Amêrîkayê li Sadam xist, rewşeke defakto derket û Kurd jî gîhîştin derfetên xwebirêvebirinê. Lê di cihê ku vî derfetî gihezandina keleha azadkirina tevahiya Kurdistanê, li ser parvekirina dewlemendiyan û serkarî bi zorê destxistinê bi hev ketin. Xwerû jî rêveberiya Hewlêr û Dihokê di bin navê “emê serxwebûna Kurdistanê îlan bikin” de di her warî de ket bin fermana RTE-AKP’ê, li ser vê têkiliyê di warê baregehên leşkerî, sîxwirî, aborî û perwerdê de bi tevahî bi Tirkiyê ve hate girêdan. Di paralêla wê de, parlamento hat rakirin, hilbijartinên serokatî dan rawestandin. Tu saziyên dewletbûnê nehatine afirandin, tenê hewl didin ku mîrîtiyeke malbatî wek Katar, Dûbay biafirînin. Lê ji bo rastiya xwe veşartinê her kêliya îlankirina serxwebûnê tînin rojevê.

Bi gotineke kurt û Kurmancî; her çendî tevahiya cihanê hewl dide ku têkiliyên xwe bi serkariya Tirkiyê re qut jî bike, ew bi çar destan bi wan ve zeliqîne, heta ji bo serketina wê ketine xizmeta wê û nava îxaneteke giran. Ev mijara êrişa li ser Şengalê rasterast fermana Tirkiyê ye û êrişkar jî bi aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin. Lê bi rêya saziyên ragihandinê rengê îxanet û xwedî li dozê derketinê wisa tevlihevdikin ku nayê xuyakirin, ji bo ku bikanin rûyên xwe yên rast veşêrin, gel bixapînin, gotinên redîkal û pîroz wekî azadî, serxwebûn, pêşmêrgê roj û û bikartînin. Divê tu kes bi gotinên wan neyêm xapandin.

Yazarın diğer yazıları