Jan û gulên Frida Kahloyê

Mêvan derbasî hundir bû û li benda xwediya malê ma. Di wê navê de çavên wî li derdor, li timtêl û xemla li nav odeyê geriyan. Li aliyê pencereyê kûzikên çîçekên cûr bi cûr rêzkirî bûn. Çîçek wisa di nav hev de hatibûn danîn ku li hind aliyan cam û pace jî nema xuya dikirin. Ji nişkê ve hîseke mîna li baxçeyeke botanîkî be, lê peyda bû. Dûv re li dîwarên bi tabloyên cihêreng xemilandî nêrî. Di nav wan de yên bi zehmetî ji wan dihatin fêmkirin jî hebûn û yên ku rasterast bang li mirovî dikirin jî hebûn. Di nav wan tabloyan de ya ku herî zêde bala wî kişand û ew li ber xwe da rawestandin jî tabloya jineke ciwan bû. Ew tablo rasterast, bê ger û fetil bang li çavên wî kiribû, ew bang jî yekser xwe berdabû kûrahiya dilî û mêvan xwe ji temaşekirina tabloyê ranegirtibû.

Destpêkê gava lê nêrî, ew sûreta tijî sir a jinê lê xuya kir. Piştre tacegula li ser serê wê ku di nav de gulên herî xweşik yên peyama jiyaneke bi bêhna gulan û dîmenê rengrengiya xwezayê bi bîr dianîn. Pora wê bi hendazetî honandî ye. Brûyên wê li nav sûreta wê de xala herî balkêş e, lewra ew ji bilî brûyên jinekê, xasma dişibîne yên mêrekî. Şêwekar hîç destê nedaye wan, ew bi halên xwe yên sirûştî derbasî ser tabloyê kirine. Cotek guharên xelekî yên zêrîn di guhên wê de ne, lêvên wê bi rengê sor yê gilyazî boyaxkirî ne. Di destê rastê de cixareyek heye, serê cixareyê xwelî girtiye, lê dûman jê naçe. Aliyê çepê yê sînga wê heta jêr vekiriye. Memikê wê yê Xwedawenda Dayîk tîne bîra mirovî xuya dike, lê serê memikê bi fîncaneke qehweyê ya bi gulên rengîn neqişandî ve nixumandî ye. Tiliyên wê yên nazenîn, neynûkên sorkirî û gustîlka di tiliya wê de jî li hev dihatin. Tablo di nav çarçoveyeke baxçeya dar û çivîkan de hatibû lêkirin. Li çar aliyê tabloyê dar û pelên daran kesk, zer û şîn dikirin. Li her alî jî çivîkên rengîn yên sade zer, yên sor û kesk yên kesk û yên belek bi tevahî berê xwe dane jina ciwan û mîna ku li ber peykereke pîroz û di ayînekê de bin, wisa bi baldarî û bextewarî lê mêze dikin.

Mêvan nema zanî bê çiqas dem derbas bûye, lê bi dengê mazûvanê ve li jiyana rasteqîn vegeriya.

‘Tabloyeke pir balkêş e ne wisa?’ û dewam kir:’Xuya ye tu jî pir ji Frîda hez dikî, ew sembola me jinan e!’

Mêvan kêlîkê nekarî bersivê bide dûv re got: ’Tablo helbesteke bêdeng e, helbest taboleyeke bêreng e.’ Ya rastî bi xwe jî nezanî ka ew gotin ji ku û çawa hate bîra wî, lê li ber wê kurtedema ku bikare nezanîna xwe veşêre ti rê û çare lê nemabû. Di dilê xwe de got:’Vêca were safî bike, ka em ê çawa ji vê rewşa kambax bifilitin!’

Lê berevacî ew gotin gelek li xweşa mazûvan çû û keniya. Destpê kir û li ser hunerê şêwekarî û Frîda Kahlo agahiyên cem heyî pê re parve kirin.

Ji mêvan re jî tenê ew pêzanîna giştî ya di tûrikê wî de mabûn. Bi wana sohbetê îdare kir. Gava derket derve ew gotina Sokratesî hate bîra wî: ’Tenê tiştekî dizanim ku tiştekî jî nizanim.’

Mêvan li ber xwe ketibû û li aliyê din jî bi wêrekî nekarîbû bibêje: ’Mixabin, ez wê nas nakim.’ Vêca ji ber wê newêrekiya xwe jî xemgîn bibû. Xalên xemgîniyê mîna xelekên zencîrekê li dû hev rêz dibûn. Dest avêt berîka xwe û berîkfona xwe derxist. Di ber xwe de jî bilebila wî bû. Di vê serdema zanistî agahdariyê de ku cîhan vegeriyaye gokeke piçûk û di berîka her kesî de, çawa mirov ji babeteke hinde girîng bêpar bimîne.

Gava navê Frîda li navenda netê nivîsî, bi sedan rûpel li ber wî vebûn: ‘Frîda Kahlo ango Magdelena Carmen Frîda Kahlo (6 Tîrmeh 1907 – 13 Tîrmeh 1954) şêwekara Meksîkî ye.

Bi gulên li ser serê xwe, bi evîna xwe ya ji bo şêwekariyê û li gel hinde êşên dijwar jî li ser lingan, li ber xwe da. Çîroka jina bi navê Frîda wiha dest pê dike.

‘Tabloyên wê her çiqas bi gul û çîçekan xemilandî bin jî di bin wan de êş û janên dijwar veşartî ne. Frîda di sala 1907´an de ji mêrekî cihû û jineke çermesorik hatibû cîhanê, lê wê rojbûna xwe weke 7´ê Tîrmeha 1910´an guhertibû. Dixwest rojbûna xwe bi şoreşa Meksîkayê re bide destpêkirin. Jiyana wê ji zaroktiyê ve bi astengî û dijwarî dest pê dike. Di encama nexweşînekê de lingekî wê seqet dimîne, jê re dibêjin: ’Frîdaya lingtext e.’ Lê ew dev ji liberxwedanê bernade. Di dibistanên girîng de dixwîne. Di jiyana wê de evîndariyên jandar jî derbas dibin, dilê wê diêşe, lê ew her dewam dike.

Di 17´ê Îlona 1925´an de tramwaya ew lê siwar e bi otobûsekê re li hev dikevin. Frîda bi giranî birîndar dibe. Êdî salên dirêj di nav nivînan de dirêjkirî mîna mûmyayekê dijî. Evîndarê wê jî dev jê berdide. Lê ew dev ji têkoşînê bernade. Eynika li ser nivînê de hilawestî ku ew jê re dibêje ’Celadê min.’ Dibe sedem ku tabloyên takekesî çêke. Di encamê de navê xwe di nav şêwekarên herî navdar yên dinê de dinivîsîne.

Ew nexweşîna ku bijîşk bi xwe jî ji başbûnê ne bawer in, di encama liberxwedana Frîdayê de baş dibe. Gava di temenê 47 salî de di encama nexweşiyeke cegerê de koça dawî dike, li dû xwe serboriyeke destanî dihêle û hostayê mezin Pîcasso ji bo hunerê wê wiha dibêje: ’Em mîna wê nikarin rû û sûretên mirovan çêkin!’

Gava ew agahî bi tevahî xwendin, dilê wî bi êş û janên Frîdayê êşiya. lê aliyekî dilê wî jî bextewar bibû.

Yazarın diğer yazıları