Jane Austen û Guernicayeke di gerînekê de

Dema mirov tercîhên xwendina romanekê dike, her carê ne ji ber serketineke muhtemel a awayê sêwirandina wê dest pê dike. Pêr salvegera 200´î a mirina Jane Austen bû ku di 41 saliya xwe de li Ingilistanê miribû. Ew herî zêde bi Pride and Prejudice (Serfirazî û Pêşhukm-1813) û Sense and Sensibility (Hest û Hestiyarî – 1811) navdar bû. Weke romannûseke jin a ku piştî mirina bavê xwe yê ku kêm derfetên dahatê jê re hiştî, û weke xwînereke baş a romanan nivîsandina romanê ji awireke jinê dest bi nivîsandina romanê kir. Tişta herî balkêş di romana wê de ew bû ku jin timî di nava dialogan de yan hebûn yan jî dialog bi temamî di nava jinan de bûn. Ev jî rengekî nû bû, ku ji awireke jinê, tevî huzura jinê a dewamî civaka hingê ya Ingilistanê ya bajarî dibû mijara romanan. Tevî hemû rexneyên li ser awayê romanê û naveroka wê, bi rengî bi tenê jî bi serê xwe serketinek bû.

Piştî vê destpêka ku me pê navê Jane Austenê jî hilda, ez berê xwe bidim romaneke wê çenda hanê min xwendî. Nivîskara wê jî jineke Kurd e, û pirr diyar e hem ji naveroka romanê û hem jî ji derxistina pêş a Sûrê ku ji Amedê ye. Belê romana Gerîneka Guernicayê ya Yildiz Çakar e ya ku ez behsa wê dikim. Mirov pêşî rexneya aliyên xurt ên romanê bike wê di cih de be. Weke mînak, ji serî heta binî hebûna spîkereke lêv mor û vekirîmana televizyonê elaqedarî “gerînek”a Lisa ya ku paşê em ê fêr bin Abîde ye. Çîroka Xezal Xatûnê jî xeteke ku hem alîkare bi xwîneran re ku xwe bi romanê ve bigirin û hem jî karakterên sereke bi hev ve dike. Bi giştî vebêjera yekem di romanê de di nava bûyerên rastiyeke tahl, jiyana rojane û terîfên hin hûrgiliyên wê, bi zimanekî surrealîst, xewnwarî û carinan jî di nava xewn, rastî, xeyal û xewnereşkê de diçe û tê hatiye bicihkirin û heta radeyekê jî di vî warî de serketi ye.

Lê belê roman karê aql e beriya her tiştî û ji ber wê jî, mirov hewl dide weke xwîner li sedem û encaman binihêre, li armanc û amûran binihêre – hem di warê sêwirandina nivîsa romanê de û hem jî di warê bikaranîna teknîkên romanê de. Dema xwînerek vê ji bo Gerîneka Guernicayê bike, mirov beriya her tiştî li sedema felaketa hatî serê vebêjerê dipirse; ya rastî vebêjerê êrîşên Hizbullahê yên hovane, êrîşa bombeyî ya li Parka Koşuyoluyê ya bi termosekî hatî kirin bi rengekî ji rengan vegotine, lê xwîner nexasim jî eger wan serdeman nas neke yan jî ji hawîrdoreke mekanî ya cihê be, divê bi korahî û destpelînê di nava vê dinyaya vebêjerê de rêya xwe bibîne.

Bi ser de jî têkiliya vebêjerê çi ye bi bûyeran re ku diyar e hêzên çekdar ên fermî û veşartî yên dewleteke eşkere zalim, wê ji xwe re bikin armanc. Çima vebêjer? Bi temamî bêgunehbûna kolektîfekê bi vê hatibe vegotin, belkî were fêm kirin, lê na vebêjer weke karaktera sereke a romanê têra xwe bi birîn, beden û şerma xwe, bi yekem tecrûbeya xwe ya evînê û pevşabûnê ferd e. Belkî di nava vê qelsiya sêwirandinê de diyardeyeke xurt hebe ku hêja ye mirov behsa wê bike, ew jî, şerma vebêjerê ye ji tazîbûna bedena wê, her weha di halê birîndariya giran de û beramberî doktorên dixwazin wê derman bikin jî. Ev hest û têkiliya vê hestê bi vebêjer û civakak wê ve, têra xwe serketî di vî warî de weke yekê ji îstîsnayan hatiye hunandin.

Israra dewletê ya girtin/kuştin a vebêjerê û biyanîbûna wê ya hawîrdora siyasî ya Kurd a çalak di salên 90´î de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li aliyê din bi vegotineke gelekî banal xwe dide der; gotinên bi maneya, kesekî ne ji partiya me ne welatparêz e, di peywendeke vegotinê a qels de hatine bicihkirin. Jixwe berêxwedana Ewrûpa, li Stenbolê bistbûn, têkiliyên mirovî, hevaltî û ya cinsî, bi serê xwe hêjayî awireke ji nêz ve ne, ku ji xwe dûrbûna, û bi çavên xerîb û ecêb li xwe nihêrînê ne. Abîdeya dawî li Sûrê ji xew şiyar dibe jî, ne dûrî vê ji xwe silbûnê ye. Bi her halî, kî dixwaze zanibe, ka bi vê silbûnê ez dixwazim çi bibêjim, dikare romana 2016´an ji Lîsê derçûyî bixwîne. Dîsa jî bibêjim, heger ez romanekê du caran bixwînim ku ew ê navê wan li vir hatî hildan ew ê bibe “Pride and Prejudice”.    

Yazarın diğer yazıları