Jean Paul û Sîmone

Gava navê Jean Paul Sartre (21. 06. 1905 – 15. 04.1980) tê ser zimanî zêdetir felsefe, di felsefeyê de hebûngerî, ramana azad, dijayetiya stemkariyê, têkoşîna li dijî kolonyalîzma Frensî ya li Cezayîrê, edebiyat û gelek hêmanên dîtir tên bîra mirovan. Bêguman Sartre ne tenê aliyekî ye, piralî ye heta ku general de Gaulle yê rastgir jî dibêje: “Sartre Fransa ye!” Û di nav demê de mirov dibîne ku beşeke girîng ji wijdana cîhanê ye jî…

Bi qasî jiyana wî ya rengîn û piralî, aliyê evîndarî ya Sartre jî bûye babeta nivîsar û edebiyatê: Di paşxaneya jiyana vî lehengê sedsala 20´an de evîneke cihêreng, averê û heta dawiyê azad jî heye. 

Aliyê din yê vê evîna efsanewî jî Sîmone de Beauvoir (09.01.1908 – 14. 04.1986) e. Rêgez û mercê herî sereke ya evîndaran: Hezkirin hevdû azadkirin e. 

Evîna Sartre û Sîmoneyê ji zanîngehê dest pê dike. Jean Paul ne mêrekî keşxe û delal e, lê di tevahiya jiyana xwe de tim rakêşer û karîzmatîk jiyaye. Sîmone berevajî him delal e him jî ronakbîr e. Heta tê gotin ku di dema xwendekariyê de Sîmone ji wî zîrektir û di nav jinan de kesa yekemîn e ku di pîleya hinde bilind de sertîfîkaya qedandina zanîngehê wergirtiye. Sîmone çawa ku di fîlozofiyê de navekî nasyar e, di têkoşîna jinê û afirandina edebiyatê de jî serkeftî ye. Her du evîndar di kar û barên doza azadiyê de tim dest bi dest, mil bi mil meşiyane. Dîsa jî yek ji wan negotiye; ger ew nebaya ez nedibûm! Nemaze Sîmone dibêje: “Gava mirov hebûna xwe bi hinekên din ve girêbide (bila ev Sartre jî be) wê demê mirov ji serî ve têkçûyînê qebûl dike.” 

Sîmone û Jean Paul wisa ji hev hezkirin e ku di 51 salên jiyana bi hev re de kêliyek jî desthilatî li ser hevdû ferz nekirine, ti car di malekê de nejiyane, lê piraniya demên wan bi hev re derbas bûne. Gava kesek sêyemîn tevli jiyana wan bûye, aliyan ev guherîn sirûştî qebûl kirine. 

Bi taybetî Jean Paul di vî warî de xwediyê serpêhatiyeke dewlemend bûye. Her gava di nêv serûvenekê de wer bûye, vekirî ji Sîmone re gotiye: “Sîmone ez di nav têkiliyekê de bûm! Rihê min gelek hez ji te dikim, lê nikarim derewan li te bikim!..”

Çima dibêje, ma gelo nedikarîbû veşêre? Nexêr, peymana nenivîskî ya di navbera wan de rê nade, etîka mirovî ya bilind rê nade derewan û xapandinê. Lewre li gori wan girêdan, ne li gorî sirûşta mirovî ye, mirov gava hatî girêdan ji gelek taybetmendiyên xwe bûye. Ew mirovên di jiyanê de têrgihiştî nedikarîbûn xiyanetê li xwe bikin. Hizra wan a dijber wiha bû, wan dixwest li hemberê pergala ku xwe serdest û her mayînde didît bi awayê jiyana xwe guherînekê pêk bînin. 

Her wisa gava Sîmone jî bi mêrekî re di nav têkiliyê de ye haya Jean Paul jê heye. Dîsa jî her cara ku Jean Paul sira xwe jê re eşkere dike, ew diêşe; ez dihesidim, dikim biteqim, lê dîsa jî gelek hez ji te dikim!

Niqaşên ku, mirov ne mecbûr e tevahiya jiyana xwe bi partnerekî re derbas bike, wek dîlketiyek tim û tim li benda hatina jin an jî mêrekî be jî dewam dikin…Her wisa gava hest û beden biryara guherînekê dayîn, divê kesên sêyemîn rêzê lê bigirin. Belkî jî ev e jiyana bi hev re ya îdeal û nûjen a ku mirovahî heta niha jî li dû ye…Belkî jî ev e ku rê li ber nivîsandina berhemên giranbuha û temenekî bi têkoşînê tije vekiriye…

Destana evînê ya Jean Paul û Sîmone ku wek destana evîna azad jî dihê binavkirin, bi qasî nîv sedsalekê ajotiye. Seranser 51 sal…

Di peymana awayê jiyana wan de wekhevî kîlîta herî sereke bûye. Jean Paul wek kesekî çep û dijber Sîmone de Beauvoir jî di têkoşîna femînîzmê de bû navekî remzî, wisa jî jiyana xwe ya azad afirandin. Di têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê de wek du hevrêyan li gelek deverên cîhanê kar kirin. Nemaze hîç bi zewaca ku wek saziyeke burjuvaziyê pênase dikirin jî bawer nebûn. 

Di dawiya hevrêtiya 51 salan de Sîmone de Beauvoir wiha behsa kêliya dawiyê ya li nexweşxaneyê dike: “Min xwest çarçefê rakim û xwe li nik Sartre dirêj bikim, kêliyekê jî be…Lê hemşîre nehişt: ´Baldar be, binêr ev kangren e.´ Min wê demê dît ku rewş çawa ye! Û min xwe li ser çarçefê li kêleka wî dirêj kir…Heta bîstekê hatin, cilekî li ser nixûmandin û ew birin…”

Evîna her du evîndaran li wir jî neqediya. 6 sal piştî mirina Jean Paul Sartre di sala 1986´an de jî Sîmone de Beauvoir koça dawiyê kir. Ew jî li nik Sartre hat veşartin. Niha di gorekê de du evîndar li dersa xwe ya evînê, evîna jiyanê, ya felsefeyê û ya zelaliya etîkê berdewam dikin…

Yazarın diğer yazıları