Ji baweriyên herî kevn, rojî û cejna Batizmî

Cejna Batizmî, di nava êzîdiyên Çêlkan de hetanî diçe digihîje Şengalê bi awayê bibîranîn û perestinê tê pîrozkirin. Ev cejn li gorî salnameya Julyanî (rûmî) di destpêka meha Çile de ye. Pîrozbahî  hefteyekê ye, ji yekşemiyê hetanî yekşemiya din didome. Pîrozbahî ji bo ziyareta Pîr Arî / Elî yan jî bi kurtî "Piyalî" ye. Ev wek cejna sersalê jî tê têgihiştin. Ji ber ku Pîr Arî bêrê çûye Torê pîrozbahî berê li herêma Torê dest pê dike, hefteyek dû re jî li herêma Çolê tê pîroz kirin. Werin em bi hev re derkevin geşta pîrozbahiya Batizmiyê.

Amadekariya rojî û Batizmiyê

Roja yekşemiyê mal û her tiştên nava malê tên paqijkirin, her kes xwe dişo, xwe û giyana xwe ji bo hefteya Batizmî amade dike. Rojên duşemî, sêşemî û çarşemî rojî tê girtin. Roja pêncşemiyê pîrozbahî dest pê dike. Ango xwarin û cihê Pîr Arî jî tên amadekirin. Êvara pêncşemiyê bi roja înîyê ve girê dide her kes hişyar dimîne. Ji vê rojê re "Şevronk" dibêjin.

Amadekirina xwarina Pîr Arî

Roja yekşemiyê qurbanek tê serjêkirin, heft parçeyên aliyê rastê, ango; parsû, movik, rahn, stû qolik, sîng û pol wek para Pîr Arî / Elî tên veqetandin. Ev goşt bê xwê tê kelandin û di sêniyekê de datînin ser sifra Pîr Arî / Elî. Ji ava vî goştî mehira Rahb a bê xwê jî tê çêkirin û wê jî datînin ser sofra Pîr Arî / Elî. Nanê SAWIK jî tê lêxistin û wê jî datînin ser sofra Pîr Arî / Elî. Goştê sar tê pişirandin jê re Şîlanû Piyalî dibêjin. Goştê mayî jî ji bo endamên malê û mêvanan wek xwarin tê amadekirin. Di nîvê hefteyê de jî ser û pê tê çêkirin.

Amadekirina Nanê Sawik

Bi giranî roja pêncşemiyê hevîr bê hevîrtirş tê stran, di forma nanê şikeva de û gilover tê lêxistin. Ji navenda nan ber bi ran dazdeh tîrêj wek sembola mehan tên xêzkirin. Li ser her tîrêjî heft xêzik tên danîn. Donê qurbanê li rûyê nên didin, wê bi wî awayê yan di tendûrê de yan jî li ser sêlê dipijînin. Li gel wî heft çeng mewîj jî datînin ser sifrê.

Amadekirina cihê Pîr Arî / Elî

Mîndereke bi rûyê çîlspî rûkirî datînin, balîfên bi rûyên çîlspî datînin dorê, xwelîdankekê datînin ser, cixareyekê vêdixin û didin ser xwelîdangê, ew cixare bi xwe dişewite û duyê wê jî pîroz tê dîtin. Li pêş vî cîhê Pîr Arî / Elî heft findên ji donê qurbanê û pembo hatî çêkirin, vêdixin.

Perestin

Her endamê malê mîna ku li hemberê giyana Pîr Arî / Elî be, li ber cihê Pîr Arî çok dide û bi hêviya sawa giyana Pîr Arî bigirin, dua dikin. Ji sifra Pîr Arî Loqmekî digirin. Dema rabûnê jî bêyî ku pişta xwe bidin cihê Pîr Arî, bi paş ve diçin.

Piştî me pêkanîna vê baweriyê piçek jî be vekir, niha jî em li pey bingehê vê baweriyê bikevin. Ev baweriyeke gelek kevn e. Mirov hin motîfên vê perestin û pîrozkirinê di nava destana Gilgamêş, gelek destanên din û baweriyên Mezopotamyayê de jî dibîne. Lê wek peyv; dibe ku bi peyva grêkî „βαφτίζω“ baptizmî (vaftizkirin) re têkildar be. 

Li gor baweriyê; Pîr Elî yan jî Pîrê Arî wek Îsa xwedanê mucîzeyên gelek mezin e. Mînak, li cihê bê av pêhna xwe li erdê dixe, av derdikeve. Çêleka serjêkirî û parçekirî sax dike, giyan dide kevirê ku wek dergûş hatî pêçan û her wisa. 

Li gor baweriya gelê me Pîr Arî / Elî di sedsala diduyan ya piştî zayînê de tevî keşeyekî li herema Çêlkan geryaye. Cihê rawestana wî ya bingehîn şikefteke li devera Turabidîn, bi zimanê me Torê bûye. Di baweriya gelê me yê Êzîdî de ew giyana Tawisî melek e, ketiye teşeyê mirovan.

Divê em ji bîr nekin ku di wê demê de Maniyê Kurê Patîk rêberê baweriya manaîzmê jî li herêma Çêlkan jiyaye û perwerdeya xwe di xwendegeheke dêra terîqeteke taybet ya xiristiyanan de ku li wê herêmê ye, qedandiye û bi keşeyan re geriyaye. Li gel wê, behsa hin mucizeyên wî jî tê kirin. Têkiliya wî û Pîr Elî / Arî çi ye? Her du yek kesayetî ne, yan jî ew du kesayetiyên cûda ne? Bêguman ev hêjayê lêkolînê ye.

Sembol û remza Batizmî

Sembola Batîzmî beranekî yan jî pezkoviyeke bi qiloçê ji medenê bronzê ye. Ev li ba malbata Feqîr "Zaro" ye. Dema mirov li sembola Împaratoriya Medan dinêre; sembola wan jî pezkoviyê bi qiloç e. Ji ber vê egerê jî bi rastî jî derbarê vê mijarê de pêdivî bi lêkolîneke bingehîn heye. Dibe ku bi rêya vê lêkolînê hin aliyên dîroka me jî werin zelalkirin. 

Bi vê wesîleyê ez careke din cejna gelê me yê Êzîdî pîroz dikim.

Yazarın diğer yazıları