Ji Biradostan heta Deşta Nînova

Tevgera Azadî di asta Iraqê de weke partiyeke fermî hat pejirandin. Bi vê yekê gelo wê çi were guhertin. Gelek partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê hene. Fermiyeta wan heye. Tevlî hilbijartinê dibin. Yek ji hewldanên herî mezin ên partiyên li Başûrê Kurdistanê ew e ku bibin partiyeke fermî ji bo ku ji hikûmetê, meaş bistînin. Bi hêsanî werin û herin. Pîvan ne ew e ku çiqasî, xizmeta gel bikin, çawa û bi pergaleke çawa welat bi rê ve bibin. Pîvan ew e ku çiqasî fermiyeta wan di çavê dagirker û deshilatdaran de heye. Bêguman ev ne pîvana azadî û demokrasiyê ye. Vê pîvanê, ne ji Iraqê ne jî ji Herêma Kurdistanê re ti tişt neaniye, ji bilî qeyran, koçberî û talanê. Li Bakurê Kurdistanê ezmûneke me ya bi vî rengî heye. HDP wek partiyeke siyasî tevlî hilbijartinan bû, çû parlamenê. Şaredariyên gelek bajarên Kurdistanê di destê Kurdan de bûn. Lê belê dema hişmendiya qirkirinê hêj li ser hukim bû. Heta ku Kurd bi xwe nebin xwedî îradeya xwe birêvebirinê. Wê demê bi parlamen û hilbijartinan yan jî fermiyetên ku dewletên dagirker wek minet pêşkêşî gelan dike, serxwebûn û azadî ne gengaz e. Ne tenê li Bakur û Başûrê Kurdistanê li Rojhilat û Rojava jî her wisa ye. Dewlet li gorî berjewendiyên xwe, li gorî pîvanên xwe dixwaze partiyên siyasî bi taybet partiyên Kurdan dîzayn bike. Bi kêfa dilê xwe Kurdbûna te qebûl dike. Ger bixwaze tu heyî, ger nexwaze tu qet tineyî di çavên wî de. Helwêsteke bi vî rengî di dirêjahiya dîrokê de jî hebûye û hê jî dewam dike. Tiştek nehatiye guhertin ji ber hişmendiya wan a netewperest û olperest nehatiye guhertin. 

Îro Başûrê Kurdistanê li ser piyan e. Gel ji hikûmeta 23 salan westiyaye. Êşên dagirkeriyê ji berê gelekî zêdetir dîsa ditemijîn e û dil diêşîn e. Çima ewqas ked û têkoşîn lê niha di reweşek wiha de. Ji ber her carê partiyên siyasî pişta xwe dane hinek hêzan. Pişta xwe bi dagirkeriyê germ kirine. Bi wan bûne hêz û niha jî dagirkerî çi dixwaze wê bi wan dike. Nebûn ya xwe partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê. Gotina dilê gel negotin û bi vîna gel bawer nekirin. Wer fikirîn ku wê bi dewletê azadiyê ji vî gelî re bînin. Wer hesibandin ku wê bi parlamen û fermiyetan welat rizgar bikin. Bi kenê derewîn û sozên sexte yên hikûmetên dagirker xwe xapandin. Bi rastî dem ne ew e ku mirov êdî bi gotinên van dagirkeran bixape. Sekneke wiha ne polîtîk êdî ji bo civaka Kurd nayê qebûlkirin. Kurd êdî pêşengiya şoreşa herî mezin li Rojhilata Navîn dikin. Ji bo wê jî, divê di serî de helwêstên ku xwe dispêrin hinek hêzan û bi wê dixwaze siyasetê bike, were terikandin. 

Kurd çiqas bibin ya xwe wê ewqasî azad bibin. Çiqas bi hêza xwe bawer bikin wê ewçend pêşengiya Netewa Demokratîk li herêmê bikin. Fermiyeta her partiyê gelê wê ye. Gel dikare partiyekê rewa bike. Dîrokê ev rastî ji mêj ve îsbat kiriye. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê di rewşa niha ya li Başûrê Kurdistanê de dikare pêşengiya şoreşa gelên Iraqê bike. Ez nabêjim bila ew fermiyet nebe yan jî neyê dayîn. Ew tiştekî gelekî teknîkî ye. Nabe Kurd tenê pişta xwe bi wê germ bikin. Tevgera Azadî çiqas gel bi rêxistin bike wê ewqasî bikare valatiya heyî li Başûrê Kurdistanê dagire. Pêwîstiya gelê Başûr di vê demê de bi pêşengan heye. Tevger xwedî projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Ocalan e. Vê pergalê di rewşeke ku gelek hêzan dixwest krîza li Rojhilata Navîn kûr bikin û gelên Sûriyê berdin pêsîra hev, bû çareseriya herî mayînde û di cih de. Wê demê ji Biradostan heta deşta Nînova, pergala Neteweya Demokratîk tenê û tenê bi rêxistinkirina gel pêkan e. Ev xet, xeta azadî û demokrasiyê ye. Xetek e ku di tevahiya dîrokê de bûye şahidê yekîtiya gelan a şahane. Hêjayî Neteweya Demokratîk e di her serdemê de dersa demokrasiyê  daye tevahiya cihanê. Dergûşa demokrasiyê ye xeta Biradost û deşta Nînova. Ji bo wê jî ger Tevgera Azadî li ser vê xetê bibe pêşengê gelan wê demê mayînde û rewa dibe. 

Yazarın diğer yazıları