Ji bîrbiran yek deng û yek fikar

Di nava nivîskarên ji herçar parçeyên Kurdistanê de piştî destpêkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistanê, gotareke yekîtiyê xwe nîşan da. Weke mînak ji Behrûz Boçanî (Behrouz Boochani) yê ji rojhilatê Kurdistanê, Namo Abdullahê ji Başûrê kurdistanê bi daxuyaniyan hem bal birin ser qirkirinê, banga piştgiriyê kirin û bêbextî rûreş kirin.

Behrûz Boçanî li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Kurdistan hê jî êş û azarên mehtingehbûnê dikişîne. Gelê Kurd bi salan şerê DAIŞ´ê kir û niha zilhêzên fena Emerîkayê dihêlin ku hikûmeta faşîst a Tirk êrişî Rojava bike – yekane demokrasiya rastî û pêşverû li Rojhilata Navîn. Bila ev dinya şerm bike.”

Nivîskar û akademîsyen Namo Abdullah jî helwêsta Trump rûreş kir û got, “Trump a niha got, PKK û Tirkiye “bi sedsalan e ku ji hev nefret dikin“. PKK sala 1978´an hat damezrandin.”

Di twitteke din de jî ew dibêje, “Ez çiqasî li ser bifikirim, ew qasî bêhtir şok dibim! Bi rastî, çawa ev dikare biqewime? DYE çawa dikare destûrê bide Tirkiyeyê. hevgirê xwe yê NATO´yê wî miletî bombe bike ku zora DAIŞ´ê biriye? Ev tevizçîna hestan a siyaseta derve ya rêveberiya Trump derdarê Sûrî de tenê wisa ye ku neyê fêmkirin.”

Nivîskarê navdar ê Kurd Bextiyar Elî jî ji bo berxwedana Rojava li dijî hewldana qirkirinê ya dewleta Tirk wêneyê profîla xwe ya hesabê xwe yê Facebookê ji bo berxwedana Rojava terxan kir û li ser “RojavaRizgar bikin (SaveRojava)” nivîsî.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found