Ji bo bîranîna Apê Mûsa

TeatraMed a helbesta Apê Musa ya "Qimil" wek berhemeke şano amade kir, di 20’ê Îlonê roja qetilkirina Apê Musa de pêşkêş bike. Derhênerê Hunerê ya Komê Mehmet Karakiş anî ziman ku lîstik diyarî Apê Musa kirine û wiha got, "Bi helbesta Qimil a Apê Musa ku bi helbesta xwe derd, êş û pirsgirêkên gelekî yên bi salan pêre rû bi rû maye bi qîrîna keçeke ciwan a Siwêregî aniye ziman em dixwazin bi bîr bînin." Karakiş, anî ziman ku piştî lîstikên "Eşqa ji dûr ve" û "Yên din dadgeh bikin jî" bi lîstîka bi navê "Qimil" (Sune) wek kedkarên TeatraMed wê derkevin pêşberî temaşevanan.

Karakiş diyar kir ku Apê Musa yê bi helbesta xwe ya "Qimil" derd, êş û pirsgirêkên gelekî yên bi salan pêre rû bi rû maye bi qîrîna keçeke ciwan a Siwêregî aniye ziman û hevalên wî yên pişgirî danê bi îdamê hatin darizandin û wiha berdewam kir: "Ev helbesta Kurdî ya bi hestên pir masum û dostanî hatine ziman Tirkiye tevlihev kir. Serokkomarê wê demê Celal Bayar bi xwe ferman da ji bo rojnameya helbest têde hatiye weşandin bê komkirin û Musa Anter bê darizandin. Ji ber helbestek bi ‘Kurdî hat weşandin’ rojeva welêt tevlihev bû. Ev bûyer di doza bi navê 49’an di dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd de bû qonaxeke nû.

‘Qimil metafora mêtinger e’

Karakiş da xuyakirin ku Apê Musa "Qimil" wek metaforekê bi kar aniye û bal kişand ser van xusûsan: "Xakên Kurdan ji ber polîtîkayên dewletê yên xizankirinê bê berhem hatiye hiştin. Çavkaniyên heyî ji yekdestsariya hêzên serwer re hatiye hiştin. Li vir metafora ‘Qimil’ metafora hêza mêtinger-emperyalîst e. Dewlet heq dixwe, mafê gel tê xwarin. Gotina Apê Musa ya ji keça Siwêregî re, ‘Xema nexwe xwîşka min, birayên te yên ku wê ji êş û azara qimilan te rizgar bikin mezin dibin" nêrîneke mutewazî ya siyasî ye.

‘Wê nêrîna Apê Musa li ser dikê be’
Karakiş destnîşan kir ku piştî pirtûka bi navê "Qimil" xwendiye pêwîstî dîtiye ku vê mijarê bike senaryo û wiha berdewam kir, "Dema me mijar kir senaryo ji makale û nivîsên di pirtûkê de me sûd wergirt. Xusûsên ku Apê Musa bi nêrînên xwe xwestiye bîne ziman em ê hinekî din berbiçav bikin û pêşkêş bikin. Em di lîstikê de li ser mijarên polîtîkayên dewletê yên wergiya neheq, qîrîna keçên ciwan ên di temenekî biçûk de wê bên zewicandin lê ji ber felaketa qimil hêviyên wan dişkin disekinin. Bûyera ji ber xizaniyê ku di temenekî biçûk de zewac pêk tên bi klama Xalê Cemîl tê ziman. Me ev jî di lîstîka qimil da bi cih kir. Lîstika me ji 5 kesan pêk tê. Eger derfet hebin em ê derkevin turneyê jî."


MURAT SARIOGLU/DÎHA/RIHA

Yazarın diğer yazıları

    None Found