Ji bo bîranîna Elî Çewlîk

Benda mirinek wisa nebû. Lê li vê erdnigariyê mirin li benda mirovan nasekine. Ew çiqas ber bi hêviyên dilê xwe ve diçin, mirin jî ewqas bi bazdan ber bi wan tê.

Siya daran wekî reşahîya şevê dirêj bûbû. Sira bayê êvarê û pelên darên mazî dîsa ketibûn şerekî bênavber… Ba wekî gurzên destên şêran li daran diqelibî.. pelên qels diketin erdê..wekî ku ruh didan sîyê.. Bi ketina her pelî re sî dirêj dibû…

Pihînek li pelên zerbûyî xist.. xişînek ket nava pelan, pel belawela bûn.. xişîna pelan wekî newayekê herikî.. kêfa wî hat.. Bi ken pihîneke din li pelan xist.. li dirêjiya daran nihêrî çavên wî çûn ser sîyê….

Sî dirêj bûbû. Sî nîşaneya dema qedandina rojê ye…

Kenê devê wî wekî pelên zerbûyî ji rûye wî ket. Rûyê wî tehl bû.  Bi deng fikirî…

Siya darê mazîyan dirêj e.. Temenê mirovên vî welatî kin e…!

Ketibû ser şiveriyê diherikî. Weki ravê xwe, wekî çemê Mûradê zivirî li paş xwe nihêrî.

Gund di nav daran de winda bûbû. Newaya xişîna pelan di ber guhên wî re derbas bû…

Ji xwe hêrs bû. Gavên xwe mezin avêt. Ji şiverê toz rabû. Dixwest wekî beroşa avê serê xwe û dilê xwe vala bike. Li çi dinêrî, piştî wî remzên mirinê dihatin. Xweşikbûna newaya pelan dîsa mirin xistibû bîra wî..

Di dilê xwe de valahiyek hîs kir. Wekî xeravbûna bajarekî, wekî xerîbiya mişextbûnê, penabertî di nava dilê wî de rûnişt..

Kenê ‘RUBAR’ dilê wi tijî kir. Çiyayê Qertalixê û Şerefdînê hemû xweşikahiya xwe nîşanî wî dan. Aso şîn bû. Dixwest ku xwe berde nava dilê aşopiyan. Xwest ku parçeyek ji canê wî, cîwaniya Rubar bibîne..

Mirin, sî, pel, şiverê, rê her tişt ji bîr kir. Ev kêlî jê re wekî temenekî dirêj hat. Wekî axa tî, xwe di nav hûnikahiya aşopiyan de dirêj kir.

“Tu dereng mayî. Zû, di vê hêlê re em biçin.”

***

Wekî ku ji xewê şiyar bibe veciniqî. Tariyê jiyan dorpêç kiribû. Li dora xwe nihêrî Şerefdîn û Qertalix vemiribûn. Li xwediyê deng nihêri. Keniya deng wekî çiruskê tarî diçirand. Destê xwe direjî denh kir. Dixwest ew ken wî ji nav dojeha tariyê derxe. Di nav tariyê de li Şerefdîn û Qertalixê geriya. Bi hêviyeke dawî dixwest ji wî re bibin stargeh.

Rêwiyê şevê gihîştin hev. Bi destê Rodî girtîbû hişkehişk. Bi dijwarî jê re got: “Bisekine.”

Rêwiyên karwanê hêviyê yeko yeko di ber re derbas bûn. Hemû dikeniyan. Kenê li ser lêvên wan wekî stêrkên asîman zelal bûn. Dixwest kenên stêrkan ramûse. Bixe kefa destê xwe û weke ava Mûradê vexwe.

Kes nediaxivî. Deng tenê ji xîçikên binê pêlevan derdiket. Di nav şevê de tenê dengê herikbariya rojên dîrokî dihat. Gav zû dihatin avêtin. Bi demê re ketibûn pêşbirkeke dirokî. Di dilê wan û hişe wan de ava jiyanê hebû; ji dilê tî re dikişandin.

Rûyên nas û nediyar didîtin. Her rû di nav tariyê de winda dibû û berbanga sibê, bi rojê re disa diyar dibûn.

Tenê dengê wî derket. Lêvên wî yên zuha alîkarî xwestin ji ziman û gotin:”Temenê ciwanê vî welatî ji bo çi wekî temanê pelan kin e.?”

Teqînî bi şevê ket. Hesinên sar û germ di bedena wî de hêlin vedan. Bedena wî giran bû. Ji bo nekeve li ber xwe da. Qudûmên wî şikestin. Xwîn lê zuha bû. Gule bibûn xwinmij û temenê wî dimêtin. Berxwedana wî êdî bêfêde bû. Li ser çiloyên mazî ket. Dixwest bêje:”Jİ BO Çİ ?”

Fedî kir. Bêhna çilo kişand nav dilê xwe û got: “Sî ….. pel… ken… kenê RÛBAR.”

Kenêt Rubar wekî şewqa roje şev ronî kir.

Benda mirinek wisa nebû. Lê li vê erdnigariyê mirin li benda mirovan nasekine. Ew çiqas ber bi hêviyên dilê xwe ve diçin, mirin jî ewqas bi bazdan ber bi wan tê.

Ji çavên wî dilopek hêsir herikî.

     ***

Kenê wî li ser rûyê wî mabû. Wekî roja berêvarê li ser rûye wî asoyên şîn û sor neqişandibû. Çong û destên xwe da erdê ku rabe. Lê nikaribû rabe ser xwe. Di tariya şevê de xwina reş dibiriqî. Pistepista dengan dihat. Digotin: “Elî…..  Rodî….”

Çavên xwe di nava tariyê de gerand. Rodi û ax bûbûn yek. Kenê rûye wî di asoyên wî de asê mabû. Dixwest razê. Lê dengekî di nava dilê wî de digot…:  “Rabe. Kenê RÛBAR li benda te ye..”

Destê xwe dirêjî RODÎ kir.

Xewnek wekî tariyê dixwest fera çavên wî vemirine.

Şiveriya temenê wi qediyabû. Bi hewldaneke dawî kenê xwe li baskê bayê kir, ji Rûbar re şand.

Teqîna guleyê bû nîşane. Xwîna wî rijiya, ji dara azadiyê re bû ruh. Ew bû nîşaneya rojên azad. Rêwîyên azadiyê ji çar hêlên welat silav rêdikirin. Ken… Pel… Sî

ERGİN ATABEY / Girtîgeha Bolu Tîpa F´yê

Nasnav: Elî Çewlîk 

Nav û paşnav:  Murat İrikmen

Cih û rojbûn: 1972 / Kanîreş – Çewlîk

Tevlîbûn: 2009

Roja şehadetê: 26 Tîrmeh 2009 / Erzirom

Yazarın diğer yazıları

    None Found