Ji bo civîna neteweyî amade ne

Ji ber êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî partiyên Başûrê Kurdistanê banga civîna lezgîn a neteweyî kirin. Di daxuyaniyê hemûyî de ji partî, kesayet û gelê Kurd daxwaza yekrêziyê tê kirin. KNK û KCK´ê heya niha gelek caran rêzehevdîtin pêkanîne ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd. Ji ber ku dewletên dagirker her tim ev xebat asteng kirine. Lê gelê Kurd niha ji her demê bêhtir hewceyî yekîtiyeyê ye û ji vê ye, banga yekrêziyê li hêzên Kurd tê kirin. Di serî de rayedarên YNK’ê û yên çend partiyên din yên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava, banga civîneke lezgîn kirin. Tevgera Azadî, PDK û Goran jî diyar kirin ew amadene tevlî civîna neteweyî ya ji bo Rojava bibin. Hate gotin daxwaza her kesî ye ku Kurd li dijî dagirkeriyê helwesta xwe raber bikin. Nûnerên PDK, Tevgera Goran û Tevgera Azadî der barê mijarê de peyivîn. Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî ji partiyên Kurd xwest ku di civîneke neteweyî de helwesta hevpar a Kurdan li dijî êrişên dagirkeriyê ragihînin û bi helwesteke hevpar li destkeftiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin.

Em bêyî dudilî amade ne

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran Hêmin Şêxanî: Tevgera Goran li gel her pêngavekê ye ku xizmetê ji doza Kurd re bike. Ji ber vê, bêyî dudiliyê em ê beşdarî civîneke neteweyî bibin. Her aliyek ku xwe weke xizmetkarekî Kurd bizane, divê bersiva erênî bide vê bangê.

Divê em helwêsta xwe bikin yek

Berdevkê Serkirdeyatiya Encûmena Helebce ya PDK’ê Eta Şêx Hesen: Xelkê Kurd ji me hemûyan dixwaze em helwesta xwe hevpar bikin. Em ji her xebata ji bo komkirina nav mala Kurd razî ne.

Lazime em zû  bên cem hev

Alîkara Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên: Her dem daxwaza me ya sereke yekîtiya Kurd bûye. Her aliyek pêşengiyê ji vê xebatê re bike, em pê re ne, destxweşiya wan dikin û piştgirî didin hewldanên wan. Em daxwaz dikin ku aliyên siyasî û rêxistinên medenî hemû jî di demeke herî zû de bêne cem hev û li hember ev tevgera dagirkerî ya Tirk bisekinin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yazarın diğer yazıları

    None Found