Ji bo Heskîfê bêdeng nemînin

METÎN YOKSU / MA / ÊLIH

Warê dîrokî Heskîf, ji ber bendava Ilisu (li devera Germavê) û polîtîkayên hikûmeta  AKP’ê hem di bin avê de dimîne û hem jî li ber çavan talan û wêran dibe. Derhêner Alî Ergul, bêdengiya Baro û odeyên pîşeyî yên li herêmê rexne kir û got, “Heger dengê xwe bilind bikin, dibe ku Heskîf û Geliyê Dîcle ji vê talankirinê rizgar bikin. Yan na em dê hemû êşa vê yekê bikişînin.”

Li Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar salan e, hilweşandina berhemên dîrokî didome. Berhemên dîrokî yeko yeko tên veguhestin û li Arkeoparka ku 3 kîlometreyan dûrî navenda Heskîfê ye tên bicihkirin. Li wir, qaşo Heskîfa nû tê avakirin. Piştî Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Kevnar, Tekeya Îmam Abdullah jî hat veguhastin. Ji bo bendaveke temenê wê 50 sal in, bajarê dîrokî gav bi gav tê tinekirin.

Li Çiyayê Ramanê her roj dînamît tên teqandin û bi lat û zinarên ji çiyê tên birrîn, paralelî Çemê Dîcleyê bendek tê çêkirin û dîwarên vê bendê hindik maye bigihîje dîwarên keleha dîrokî ya Heskîfê.

Karê veguhastina mizgefta dîrokî a Siltan Silêman a ji serdema Eyûbiyan jî didome. Kevirên minareyê yeko yeko hatin jêkirin û nehat zanîn ka asta texrîbata minare û mizgeftê çi ye. Di dema veguhastina Tirbeya Zeynel Begê de tirbe texrîb bûbû. Minareya Mizgefta El-Rizq jî wê bi heman awayî bê veguhastin.

 Paşê poşmaiya wê bi kêr neyê

Derhênerê belgefilma “Dîroka Mirina Avê” Alî Ergul, li dijî hilweşandin û texrîbkirina Heskîfê, baro û saziyên pişeyî û civakî hişyar kirin. Wî xwest, ew dengê xwe bilind bikin. Derhênerê belgefilma “Dîroka Mirina Avê” Alî Ergul têkildarî meseleyê got, wî bi çêkirina belgefilmê, armanc kir ku alîkariyeke biçûk ji bo têkoşîna 30 salan bike. Ergul, diyar kir ku ji bo rizgarî û xelaskirina Heskîfê têkoşîn bi dawî nebûye û ji hemû odeyên pîşeyî û rêxistinên civakî xwest ku li hemberi vê talankirina dîrokê bêdeng nemînin. Ergul, anî ziman ku baroyên herêmê û saziyên pîşeyî li dijî talankirin û wêrankirina Geliyê Dîcle û Heskîfê bêdeng dimînin û piştî ku talan bû, êdî dê nikaribin ji bin barê vê jan û êşê xwe xelas bikin.

Parastina Heskîf ê mumkin e

Ergul, kesên ku diçin li wir wêneyan dikişinin û li ser hesabên xwe yên tekasesî û saziyan de parve dikin jî rexne kirin û da zanîn ku êdî ev rêbaz Heskîf û dîrokê xelas nake. Ergul, anî ziman ku dîroka ku cihê xwe diguherîne zerareke gelek mezin dibîne û got: “Di guhertina dîrokê de du zerarên mezin çêdibin. Yek jê berhem tên dizîn. Ya din, zerareke mezin li berheman dibe. Di vî warî de divê baro bêdeng nemîne, zend û bendan vemale. Bi salan e dixwazin Çemê Dîcle bi bendaav Ilisu û HES’ê tine bikin. Heger ev çem zuwa bibe, jiyana ekolojîk ya li ser vî rûbarî tev wê tine bibe. Bi hezaran mirov ji bo rizgariya Heskifê têdikoşin. Heskîf û Dîcle bi tekoşîna hevpar û dengê bilind dikare bê parastin.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found