Ji bo Heskîfê bikin hewar

DENÎZ ÎKE / ANF/ÊLIH

Bi Bendava Ilisu dixwazin Navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan di bin avê de bê hiştin. Li Heskîfê hilweşandin û talankirina cih û warên dîrokî didome. Gelek berhemên dîrokî ji Heskîfa vediguhezandin cihê nû yê kuxaniyên erzan û pûç ên TOKÎ’yê lê hene. Gelek berhemên dîrokî ji hatin betonkirin.

Berdevkê Hewldana Parastina Heskîfê Ridvan Ayhan, têkildarî rewşa dawî ya Heskîfê bi hêvî ye ku Heskîfê hîna jî bê rizgarkirin û dibêje: “Ji bo vê jî divê mirov dengê xwe bilind bikin û nehêlin bendav avê bigewimîne. Çawa ku di dema felaketeke xwezayî an jî di bûyereke din de di rojname û televîzyonan de diaxivin, divê ji bo Heskîfê jî biaxivin. A li Heskîfê qewimîye felaket e. Qirkirineke çandî pêk tê. Ev felaket e û divê her zindî li dijî vê felaketê bide qîran û bike hewar.”

22 gund heta niha di bin avê de man

Ayhan bi bîr xist ku ev projeya sala 1950´î ye û kesî bawer nedikir bi çe serî û wiha dewam kir: “Hikûmetê bi xwe eşkere kir ku ev proje temam bibe wê 199 deverênşên di bin avê de bimînin. Ti kesê bawer nedikir ku ev piroje were çêkirin. Mixabin îro 199 deverên şên hatine valakirin û 22 gund jî heta niha dibin avê de mane. Her wiha ava bendavê 20 kîlometre maye ku bi bigihîje Heskîfê. Heta 2-3 mehên din av dê bigihîje navenda Heskîfê. Av di nava salekê de wê bilind bibe û Heskîf temamî dibin avê de bimîne.”

Em dikarin Heskîfê rizgar bikin

Ayhan desnîşan kir ku Heskîf ne tenê ji bo xelkê Heskîfê ye û got: “Heskîf ji bo tevahiya mirovên cihanê mîrateya dîrokê ye. Li Heskîfê xwedî derketin xwedîderketina li mirovahiyê ye. Hîn jî hêvî heye. Em dikarin Heskîfê xelas bikin. Ji bo vê jî divê mirov dengê xwe bilind bikin û nehêlin bendav bê çêkirin. Çawa ku di dema felaketeke xwezayî an jî di bûyereke din de di rojname û televîzyonan de diaxivin, divê ji bo Heskîfê jî biaxivin. A li Heskîfê qewimîşî karesetak e. Qirkirineke çandî pêk tê.”

Geliyê Botanê jî tê tinekirin

Berdevkê Hewldana Parastina Heskîfê Ridvan Ayhan da zanîn ku bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê jî tine bike û got: “Geliyê Botanê ku yek ji geliyên girîng ên Mezopotamyayê ye, bi jiyana jîndarî û rêyên xwe yek ji geliyên ku kêm tê dîtine. Çemê Botanê ku di gelî re derbas dibe, di nav çavkaniyên girîng ên avê yên herêmê de ye. Bendava Ilisûyê ku dê bi Çemê Dîcleyê re bi awayekî neyînî bandorê li Çemê Botanê jî bike, gelek deverên şên û warên jiyanê û cureyên zindiyan jî li herêma Sêrtê di bin avê de bihêle.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found