Ji bo hunerê destan kargehek

Huner hem ji bo estetîka civakî, hem ji bo xweîfadekirinê û hem jî ji bo debara qismekî ji civakî dikare bibe. Ji ber wê jî Desteya Jinê ya Herêma Efrînê li Kampa Berxwedanê kargehek ji bo huner û karên destan ji bo jinan vekir. Hêvî dewama projeyê li Efrînê ye.

Karên çand û hunerê yekser elaqeya xwe bi mekan, dem û peywendên cihê re hene. Ji ber wê jî çi film, çi şano, çi muzîk û çi jî hunerên din ên bedew, plastîk yan jî ên destan bin, çi dîtbarî û çi bihîstyarî bin, karên hunerî hemû yên li wargehên penaberan ên li Şehbayê hêviya Efrîniyan a vegera Efrînê, berxwedanê ûdilsoziya bi berxwedêran re dide der. Li wargehên penaberan wekî din kar û barên hunerî yên pratîk bi armancên pratîk jî weke proje bi gewde dibin. Yek ji van jî Kargeha Kar û Hunerên Destan a li Wargeha Penabaeran a Berxwedanê ya li Şehbayê ye.    

Bi pêşengiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê ji bo jinan kargeha karê destan li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê hat vekirin. Desteya Jinê ya Herêma Efrînê ji bo pêwîstiyên gel kargehek karê destan ji bo jinan li kampa berxwedanê vekir. Qederê 25 jinên ji kampê, cihê xwe tê de digirin. Jinên ku dê qederê mehekê bên perwerdekirin, piştre wê dest bi kar bikin. Kargeh ji aliyê dayikên têkoşerên azadiyê ve hat vekirin. Piştre li ser navê dayikên têkoşerên azadiyê, Hêvîn Eloş axivî û ev kargeh li hemû jinan pîroz kir û serketin ji wan re xwest.

Têkildarî vê mijarê Cîgira Rêveberiya Desteya Jinê ya Efrînê, Bêrîvan Şilfo li ser vekirina kargehê axivî û got, “Em vê kargehê li hemû jinên kampê pîroz dikin. Me dît pêwîstiya jinan bi kar heye ji bo debara xwe bikin. Em jî li gorî derfetên kêm bi jinan re dibin alîkar û pêwîstiyên wan pêk tînin.”

Hêvî vegera li Efrînê ye

Bêrîvanê wekî din bal kişand ser armanca projeyê: “Armanca me ew e ku aborî li xwediyê xwe vegere. Jin bi sekna xwe ji vê pêvajoyê re dibin bersiv û bi îrade û hêz xwe li hemberî dagirkeriyê û koçberiyê îsbat dikin.”

Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi hêvî ne ev proje berfirehtir bibe: “Em bi hêvî ne ku di paşerojê de, em projeyên xwe berfireh bikin û li Kampa Serdemê û li her deverê xwe bigihînin jinan û pêwîstiyên wan bi cih bînin. Hêviya me ya mezin jî ew e ku em vegerin Efrînê û li wir projeyên xwe bidomînin.”

JINNEWS/ŞEHBA

Yazarın diğer yazıları

    None Found