MELÎKE CEYHAN
MA / STENBOL
Edîtorê Kovara Kundê, Umran Aran diyar kir ku di kovageriya çapê ya Kurdî de krîz û valahiyeke mezin heye û mebesta wan ew e ku Kurdî bidin xwendin.
Hejmara duyemîn a kovara kitêb, çand û huner “Kund” derket. Kovara Kund di hejmara xwe ya yekem de romanûsê Kurd Bextiyar Elî kiribû mêvanê dosyeya xwe û di hejmara duyem de jî helbestkarê navdar Berken Bereh kir mêvanê dosyeya xwe.
Dînamîk û înteraktîf e
Umran Aran got: “Kovar dînamîk e, çimkî beşên di kovarê de pirr guhêrbar in û di her hejmarê de beşên nû hene. Înteraktîf e, çimkî nivîskar û xwendevan beşên kovarê diyar dikin. Mînak; di hejmara duyem de beşên wek ‘portre’, ‘geştname’ û ‘youtuber’ hin ji van beşan in.
Mesela niha komên xwendinê hene, em ji wan nivîsan dixwazin. Her wiha em ji blogeran nivîsan dixwazin û em wek pirs-bersiv cih didin youtuber û weşangeran.”
Li ser cihêbûna Kundê dibêje, “Em dibînin ku kovarên berê hema bibêje, tenê kovarên wêjeyê ne. Me xwest em vê yêkê bişkînin û me ev yek di hejmara duyem de bi pirranî pêk anî. Di herdu hejmarên me de bi giştî 3 helbest û çîrokek hene. Kovara Kund bi pirranî xwedî naverokekê ye ku ne sêwîrîner e û ji xwendevanan doza van tiştan dike.”
Derdê me ew e em bên xwendin
Li ser elaqeya xwîneran jî Aran got, “Di serdemekê de ku piyaseya Kurdî evqas xirab e û kovar dawî li weşana xwe tînin, ev yek serketineke mezin e. Helbet di vê yekê de para Kundê heye ku pirr rengîn û dewlemend e. Dema em kovarê derdixin em li cihê xwe rûnanên. Çimkî derdê me ew e ku em bên xwendin. Derdekî me yê ku em Kurdî bidin xwendin û belavkirin heye. Em medyaya civakî bi awayekî çalak bi kar tînin. Gelek xwendevan cara ewil bi Kundê dest bi xwendina Kurdî kir. Em bi vê yekê şanaz û serbilind in, û em hewl didin layiqî xwendevan bibin.”
Yazarın diğer yazıları
- None Found