‘Ji bo Ocalan li qadan bin’

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser avabûna ‘Komîteya Piştgiriyê bi Abdullah Ocalan re’ ku li Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin. KODAR’ê çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistanê yên di dema komploya 15’ê Sibata 1999’an de hatin lidarxistin bibîr xist û got, “Xwepêşandanên girseyî yên gel ji bo şermezarkirina girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din zindîbûna civaka Rojhilatê Kurdistanê îspat kir. Gelê Rojhilat nîşan dan ku wê her tim piştevanê mirovahiyê û azadiyê bin. Her wiha wê xwedî li mafên mirov, her netewe û olan derkeve. Kelecan û berxwedana gelê Rojhilatê Kurdistanê ku di roja 22’ê Sibatê de nîşan da, bedena dîktatoran lerizand û bi vî awayî nîşanî tevahiya cîhanê da ku yekîtiya wan heye.”

Lozan têk çûye

KODAR’ê destnîşan kir, ku destana 22’ê Sibatê ya li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an hemû sînorên bermahiyên Lozanê bêwate kiriye û got, “Rojhilat li pişta hemû Kurdistanê ye û rola xwe ya şoreşgerî di yekîtiya neteweyî de di hemû demên dîrokî de bicih tîne û ji vê yekê paş namîne.”

Nerazîbûna xwe bînin ziman

KODAR’ê da zanîn, ku ew avabûna ‘Komîteya Piştgiriya bi Abdullah Ocalan re’ weke hewldaneke pîroz û hêja dibînin û wiha dewam kir: “Em piştgiriyeke tam didin bangawaziya komîteyê. Ji hemû gelê Rojhilat dixwazin ku bi piştgiriya xwe ji vê hewldan û tevlîbûnê, careke din dengê xwe yê mafdar bigihînin tevahiya cîhanê. Li ser vê bingehê em ji tevahiya azadîxwaz, kesayetên rewşenbîr, jin, ciwan û gelên Îranê ku komploya reş a 15’ê Sibatê bi hemû hêza xwe şermezar bikin û xwedî li Rêber Apo derkevin. Nerazîbûna xwe ya li dijî faşîzma Tirk nîşan bidin û ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe li hemû qadan berfireh bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found