Ji bo qebûlkirina xweseriya Kurdan

Endamên Meclîsa Şaredariya Floransayê li Îtalyayê Miriam Amato (koma Potere al Popolo) û Donella Verdi (koma Firenza riparte) li ser malpera fermî ya şaredariya Floransayê piştî rûniştina 31´ê Tîrmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de herduyan got, bi biryara ku meclîsa şaredariyê qebûl kiriye, ji Wezareta Karê Derve ya Îtalyayê hatiye xwestin, ji meqamên Tirk bixwaze ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê serbestkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Meclîsa Bajêr bi vê yekê nêzîkatiya xwe ya bi gelê Kurd re careke din piştrast kiriye û gelê Kurd bi salan e rastê zilma dewleta Tirk a pirralî tê.
Di daxuyaniyê de îşaret bi texrîdkirina Ocalan jî hat kirin û hat gotin, ev kirina me ji bo xurtkirina piştgiriya bi gelê Kurd re ye, ji bo ku gelê Kurd bigihîje hemû mafên xwe û xweseriya wan bê qebûlkirin.

Herdu endamên meclîsê ji bo biryarê wekî din got, wan pêşî xwestiye gaveke sembolîk biavêjin ji bo ku welatîbûna sembolîk bidin Ocalan, lê wan paşê tercîh kiriye yekser doza azadiya wî bikin û vê mijarê bixin rojevê. FLORANSA

Yazarın diğer yazıları

    None Found