Ji bo Rojava şevên piştgiriyê

Li bajarên Freîbûrg û Dortmûndê Elmanyayê ji bo Rojava şevên piştgiriyê hatin lidarxistin.

Di şeva li Freîbûrgê de nûnerên Tevgera Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad axivîn. Di şeva piştgiriyê de Hîvron, Denîz Deman, Azado Xelîla, Raman Rojava û Koma Dem derketin ser dikê.

Li bajarê Dortmûndê di şevê sînevîzyon hat nîşandan û hunermend Mikaîl Aslan, Xace Yaşar, Alî Jiyan, Bengî Agirî, Ergîn Xelikan, Koma Dêrsimê ya Folklorê û Koma Zarokên Ehmedê Xanê derketin ser dikê.

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found