Ji bo vegotina çîrokên jinan

Em di atolyeya xwe ya zarokan de perwerdehiya pedagojiyê jî didin. Her ders, dibe lîstikek. Piştî atolyeyê jî em dest bi provayên lîstikan dikin. Em Koma Teatra Sarya Baran, dixwazin çîrokên jinan vebêjin

SADIYE ESER / MA / STENBOL

Endamên Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya jinan a Rojava ye, dibêjin, “Li Rojava, gel bi awayekî azad bi çand û baweriya xwe dijîn. Gel hişyar bûne.”

Teatra Sarya Baran ku koma ewil a şanoyê ya jinan a Rojava ye, sala 2018’an dest bi xebatên xwe kir. Kom di bin banê Kevana Zêrîn de dixebite. Heta niha lîstika bi navê “Jina bi tenê”, “Diziya baxçe” û hin lîstikên zarokan lîstiye. Bi lîstika “Jina bi tenê” di Mîhrîcana Şanoyê ya Ş.Yekta de xelata lîstikvana jin a herî baş û xelata derhênera/ê herî baş wergirt. Endamên şanoyê Bara’e Hesen û Sarya Golan, behsa xebatên xwe yên şanoyê kir.

Bi ‘Diziya baxçe’ dest pê kir

Hesen, diyar kir ku pêşî bi çar kesan kom hatiye avakirin û wan bi lîstika “Diziya Baxçe” ya zarokan dest bi karê xwe kiriye. Hesen, got, “Em bi vê lîstikê tev li Mihrîcana Zarokan a 4’an bûn. Li Rimêlan, Serêkaniyê û Qamişloyê me lîstik li ser dikê nîşan dan. Gel ji vê lîstikê pirr hez kir. Di dema lîstika Diziya Baxçe de me atolyeyeke ji bo 4 mehan jî li dar xist. Piştî atolyeyê me dest bi provayên lîstika ‘Jina bi tenê’ kir.”

Hesen diyar kir ku di pêş de ew ê xebatên xwe bi lîstikên zarokan hem jî bi lîstika ‘Jina bi tenê’ bidomînin û got, “Niha yek jê ya zarokan, em du lîstikan çêdikin. Em dixwazin hejmara endamên komê zêde bikin. Ji bo xebatên profesyonel em ê atolyeyan li dar bixin.”

Baesê huner tine kiribû

Hesen diyar kir ku li Rojava her tişt nû ye û got, “Rejîma Baesê xwest Kurdên bê nasname biafirîne. Bû sedema texrîbatên mezin. Huner tine bû. Çandeke arabesk hebû. Niha em hewl didin ji vê rewşê xelas bibin. Hîna jî em êşa wê yekê dikişînin. Mesela mihrîcanên şano, sînema, muzîk, reqsên gel û zarokan li dar dixin. Li her bajarî saziyên me yên çand û hunerê hene. Komunên şano, sînema û reqsên gel hatin avakirin. Ji bo kêşana klîpan studyoya ‘Hunergeha Welat’ hat avakirin. Me ji sifirê dest bi her tiştî kir. Em hewl didin awa û şêweyê xwe biafirînin.”

Her dersê dikin lîstikek

Endama komê Sarya Golan jî got, “Em nikarin bibêjin, bi temamî piştevanî heye. Ên dibêjin, ‘çi hewceyî bi koma jinê heye.’ Lê ên pîroz dikin jî hene. Lê bi awayekî pirr baş tê dîtin, me zilamê ku di hunerê de îqtîdar e pirr hêrs kiriye.”

Golan got,  di lîstika wan a zarokan de 9 lîstikvanên zarok hebûne: “Di lîstika Dizê Baxçe de 9 lîstikvanên me yên zarok hebûn. Niha hejmara me bûye 13. Em di atolyeya xwe ya zarokan de perwerdehiya pedagojiyê jî didin. Em xeberoşkan ji wan re dixwînin. Em xeberoşkan dikin lîstik. Ji bo bedena wan bi pêş bikeve, em hin liv û tevgeran bi wan didin kirin. Ji bo cîhana wan a xeyalî berfireh bibe, em ji wan dixwazin çîrokan binivîsin û bixwînin. Her ders, dibe lîstikek. Piştî atolyeyê jî em dest bi provayên lîstikan dikin. Em Koma Teatra Sarya Baran, dixwazin çîrokên jinan vebêjin.”

 Niha gel hişyar bûne!

Golan bal kişand ser şert û mercan jî û got, “Şert û mercên me ne pirr zor ne jî pirr rehet in. Lê rastiyeke Rojava heye. Hîna nû şer qediya. Lê tehlûke neqediyaye. Di van şertan de em derfetan peyde dikin û hildiberînin.”

Golan li ser mijarê wiha dewam kir û axaftina xwe bi dawî kir: “Rejîma Baesê li ser esasên erebbûyînê tevgeriya, ew bîrbirin û tesîra wê hîna jî didome. Lê bi Şoreşa Rojava re niha gel ketine pêy nasnameyên xwe. Li vir Ermenî, Suryanî, Asûrî û Kurd bi çanda Erebî hatin helandin. Zimanê serdest Erebî ye. Çanda arabeskî serdest e. Niha em dikarin bibêjin ku li Rojavaya gel bi awayekî azad bi çand û baweriya xwe dijîn. Gel hişyar bûne.”

Yazarın diğer yazıları

    None Found