Ji dergûşê heta bi gorê zimanê dayikê

Li hemû deverên dinyayê, serdema nû ya perwedeyê dest pê dike yan jî dest pê kiriye. Zarok, ciwan û  salmezinên dixwazin xwe perwerde bikin, dest bi dibistanê dikin. Ji salmezinan zêdetir perwerdeya zarok û ciwanan ji bo malbatan gelekî girîng e. Hema bêje, li piraniya erdnîgariya vê dinyayê hemû zarokên ji nijadên cuda bi ziman û çanda xwe perwerde dibin û ew ê bi derfetên ku zimanê dayikê pêşkêşî wan dike, rê û rêbazên jiyanê fêr bibin. Bi alîkariya wî zimanê ku hevtemenê çirûska pêşî ya jiyanê di nava malzaroka dayikê de ye, ew ê ji dergûşê heta bi darbestê jiyana xwe kêl bi kêl pê bidirûn.

Li ser rola ziman û girîngiya wê ji bo hebûn û dewama etnîsîte, milet û neteweyan gelek lêkolînên zanistî hatine kirin û ramanên cuda hene. Girêdana ziman bi dîrok, erdnîgarî, çand û pêşketina takes di nava civatê de êdî ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Li vir mesele li ser du awayên cuda yên bikaranîna ziman e. Zimanê fêrbûnê û yê perwerdê. Zimanên xwedî dewlet û statû yên fermî ne û yên ji van derfetan bêpar jî, bi awayekî xweber, adetî û kursan hewl didin bimînin.

Dema mirov van her du awayên bikaranîna ziman bide ber hev û din, ew ê bi zelalî bê dîtin ku rol û hêza zimanê perwerdeyê ji ya zimanê fêrbûnî gelek zêdetir e. Lewma jî heta ku zimanek bifermî neyê bikaranîn, ew ê hertim saxê mirî be. Û hertim xetara nemanê wê li ser be. Wek mînak îro li gelek bajarên Kurdan ên li Bakur ku berî bi sed salan tenê zimanê Kurdî lê serdest bû, niha pirr hindik kes bi Kurdî dizanin, yên dizanin jî kal û pîr in. Sedema sereka ya vê felaketa zimanî û nasnameyî ew e ku zimanê Kurdî bi fermî li Tirkiyeyê nehatiye qebûlkirin.

Îca, heger em li rewşa zimanê xwe ya îroyî vegerin û tiliya xwe deynin ser birîna xwe û wê, hezar axîn ji me û wê dê bilind bibin. Zimanê Kurdî hê jî bigiştî bi fermî nebûye zimanê perwerde, birêvebirî û medyayê (perwerde-medya). Ji perwerdeyê bêhtir zimanê Kurdî bi saya fêrbûnê heta niha li ser pêyan maye. Ew ê heta demekê jî li gelek beşên mezin ên Kurdistanê, ev rêbaza fêrbûnî dewam bike.

Weke em di her fersendê de destnîşan dikin û divê sedgêsinî bête kirin, rewşa ziman li gorî serhejmariya Kurdan li bakurê welêt, gelek xerab e. Dewleta Tirk ji destpêkê heta niha têkbirina zimanê Kurdî ji bo xwe kiriye armanca serekî. Li hemberî vê polîtikaya hişk û dijminane, mixabin em Kurd gelek sist in. Em gelek caran derfetên heyî, wek pêwîst di rêya meşrûkirina ziman de bi kar nayînin. Saziyên ku hene wek pêwîst biberdarî bi kar nayînin. Çawa dewleta Tirk bi saziyên xwe hemûyan dijminahiya zimanê me dike, em jî divê ji derfetên herî biçûk jî sûdê bigirin.

Baş e ku hemû qad û seheya bikaranîna zimanê Kurdî ne tenê di bin desthilatdarî û dagirkeriya Tirkan de ye. Hebûna desthilatdariya Başûr ji bo dewamî û nûjenbûyîna zaravayê Soranî bûye fersendeke zêrîn. Ev zarava ji hemû derfetên serdemî sûdê digire û roj bi roj geş dibe.

Her çendî ne di vê asta pêşketina Soranî de jî be, lê tecrûbeya Rojava ji bo zaravayê Kurmancî hê ji niha ve derfetên gelekî hêja pêşkêş dike. Bi taybetî hebûna dethilatdariya Rojavayê Kurdistanê ji bo berxwedana zaravayê Kurmancî xwedî dewreke gelekî girîng e. Heger ev desthilatdarî bi vî rengî dewam bike ji niha û ne dûr, bi zaravayê Kurmancî jî wê gelek berhemên cuda bêne pêşkêşkirin.

Dema gotin li ser zaravayê Kurmacî be, divê mirov dewra hinek welatên Ewrûpayê ji bîra neke ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo Kurmancî jî naskirine. Lê mixabin dema mirov serhejmara Kurdan a bişaftî û rewşa netendurist a zimanê Kurmancî û devokên Kurdî dibîne, ev derfetên bisînor ên li derveyî welat ji bo başî û xweşiya zimanê Kurdî ne, ji deryayê ne dilopek in jî.

Wek min di destpêkê de destnîşan kiriye, ziman di zikê dayikê de bi neqirîska pêşî ya jiyanê re hevdem e. Ev pêvajo, bi awayekî bêhişî heta dergûşê dewam dike. Karîna zimanî ya zarok xweber roj bi roj bi bihîstina dengê malbat û dayikê bi pêş dikeve. Pêvajoya birêkûpêkkirina zimên, piştî pêvajoya dergûşê dest pê dike û li dibistanan geş dibe, teşe digire û di jiyana fermî û civakî de jî dikemile. Ji bo ji dergûşê heta bi darbestê dewameke domdar û biber a zimên, fermiyet û perwerde pêwîst in. Bi gotineke din, heger em birastî jî dixwazin zimanê me wek stûnekî esasî yê nasnameya Kurd û Kurdistanê dewam bike, divê em xebatên bifermîkirina zimanê Kurdî bêfitû û çinvinî, di her warî de bênavber bikin.

Yazarın diğer yazıları