Ji Dêrsimê serhildaneke nû ‘Azadî’

Hunermedê ciwan ê ji Dêrsîmê Ozgur Comert, bi albûma xwe ya yekemîn xwe ber da nav pazara muzikê. Albuma Comertê li Bremen a Elmanyayê dijî, di Newroza borî de bi etîketa Mir Multî Mediayê li ser dezgehan cihê xwe girtibû.

Berhemên Kaya û Tuncî jî di albumê de hene 

Comertê bi albuma xwe ya bi Kirmanckî û Tirkî hatiyê pêşberî muzikhezan ji gotinên Seyîd Riza ta Ahmet Kaya albumeke dewlemend a tijî serhildan amade kiriye. Comertê ku dibêje bi vê albuma xwe hewl daye pirsgirêkên welatê xwe bîne ziman bi girîngdayîna Kirmanckî dest bi xebatên xwe kiriye ku strana Ahmet Kaya ya nîvçê mayî ‘Em Kurd in’ bi helbestên Wezîr Demir hûnan diye û bi şeweya xwe aniye ber guhdarên xwe. Her wiha strana Ferhat Tunçî ‘Berxwedan Jiyan e’ bi şêweya xwe cardin xwendiye. Comert ji bilî van cih daye van stranan; ’Dêrsim’, ‘Ez Bimrim’, ‘Sodiro’, ‘Le Can’, ‘Ha Ninna’, ‘Munzur Bava’, Seni Anlatmak, ‘Yaşamak Direnmektir’, ‘Gula Min’, ‘Malemino’. 

NAVENDA NÛÇEYAN

Yazarın diğer yazıları

    None Found