Ji Emerîka Latîn peyam

Ji partiyên çep ên Brezîlyayê PSOL û ji sendîkayên sereke yên li Arjantînê CTA daxuyanî weşandin û diyar kirin ku ew piştevaniya HDP’ê û gelê Kurd dikin.

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (PSOL) ku yek ji partiyên çep ên sereke yên Brezîlyayê ye bi daxuyaniya xwe dagirkirina şaredariyan rûreş kir û got, “Ev êrişa li dijî demokrasiya Tirkiyeyê bû sedem ku parlamenterên HDP’ê gera xwe ya li Emerîka Latîn nîvco bihêlin û karên xwe yên li Brezîlyayê betal bikin. Ji bo înternasyonalîstên li dinyayê wezîfeya girîng a piştevaniyê ye ku dawî li rejîma heyî ya siyasî ya Tirk bê anîn, demokrasiya li Tirkiyeyê bê parastin. Bi navê PSOL’ê em radigihînin ku piştevaniyê bi endamên HDP’ê re dikin û di têkoşîna ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe de bi gelê Kurd re ne.”

Navenda Sendîkayên Karkerên Arjantînê (CTA) ku temsîla 1,5 milyon karkeran dike, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi gelê Kurd û HDP’ê re ye. Wê xwest, li dijî desteserkirina şaredariyan û zextê helwêst bê nîşandan: “Her wiha em rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka û partiyên siyasî yên li welatê xwe teşwîq dikin ku van êrişan şermezar bikin.

Mîna hemû gelên ji bo mafên xwe têdikoşin, em dixwazin gelê Kurd û HDP’î zanibin, di têkoşîna wan de, em bi wan re ne.”

 RIO DEJENERIO

Yazarın diğer yazıları

    None Found